Ciwan Haco


Ciwan Haco hunermendekî kurd e.
Ciwan Haco li sala 1957'ê li Sûriyeyê li bajarê Qamişloyê hatiye dinyayê. Piştî xwendina xwe ya lîseyê çû Elmanyayê û li wir kevte zanîngeha Bochumê. Ciwan li Bochumê sê salan muzîk xwînd. Piştra, bi şiklekê pîşekarane (profesyonel) dest bi derxistina kasêt û sêdêyan kir. Li Tirkiyeyê "Sî û Sê Gule", "Dûrî", "Bilûra Min", "Gula Sor", "Destana Egîdekî" û "Leyla" derêxistin. "Pêşmerge", "Serhildan", " Diyarbekir", "Girtiyên Azadiyê" jî li Ewropayê derêxistin.
Ciwan Hacoyî muzîka otantîk a kurdî bi formên folk-rock jinûve serrast kirîye. Hunermend bi vî awayî stranên kurdî bi dinê dinasînit û stranên kevneşopî di nav gelek baskên muzîkê da bicih dikit.
"Destana Egîdekî", destane-şiîra romanivîsê kurd ê bi navûdeng Mehmed Uzunî ye. Nivîskar di wê dastanê da behsa çîroka pênç xortên kurd dikit. Ciwan Haco ew dastana Mehmed Uzunî bi aranjeyeka nûjen û bi formên etno-caz strandîye.
Album
Emîna Emîna (1970) Pêşmerge (1979) Diyarbekîr (1981) Gula Sor (1983) Leyla (1985) Girtîyên Azadîyê (1987) Çaw Bella (1989) Sî û Sê Gule (1991) Dûrî (1994) Bilûra Min (1997) Destana Egîdekî (1998) Derya (2003) Konsera Batmanê (2003) (VCD û DVD) Na Na (2004) Off (2006)

0 yorum:

Heval

Kurdish Music