Kürtçe İsimler

Li bajarê Swîsre duh bişev şeva Zimanê Kurdî bû. Swîsreyî û Kurd li Theatre Rigiblick ku Şanogeheke sereke ya li Zurichê ye gihiştin hev û li helbestên kurdî guhdarî kirin. Di dawiya xwendina helbestan de jî hunermendên delal Ülkü Bozkurt û Yüksel Bahçecî bi stranên kurdî beşdar û mêvan tev coşandin.
Şev bi helbesta Cegerxîn a Gulfiroş destpê kir. Pişt re ji Şivan Perwer, Kemal Bûrkay, Hesen Huseyîn Denîz, Fatma Savci, Cemîl Denlî û hozanên din helbest bi kurdî û wergera wan a Almanî ji aliyê Elîf Küşne ya keçek kurd a 20 sal in li Swîsreyê dijî hatin pêşkêşkirin. Gelê Swîsreyî û kurd ên beşdarî Şeva Helbestan bûn piştî xwendina helbestan li resepsiyonê li ser huner, çand, wêjeya kurdî axivîn û di şevê de romana kurdî ya Hesen Huseyîn Denîz a bi navê Hêvî Her Dem Heye hat danasîn.
Her wiha erkdara Theatre Rigiblick birêz Monîka jî bi navgîniya lidarxistina şeva helbestên kurdî kêfxweşî û spasiyên xwe anî ser ziman û diyar kir ku bi mazûbaniya şeveke wiha gelekî dil şad bûye.
Li salonê hunermend Yüksel Bahçecî bi deng û tembûra xwe mêvan tev rakirin reqsa kurdî û heta derengiya şevê bi coş domiya.
Hesen Huseyîn Denîz

0 yorum:

Heval

Kurdish Music