Rapora Tirkiyeyê û Komîsyona Ewropayê

Endamê Parlamena Ewropayê ya ji Holandayê birêz Oomen-Ruijten di roja 21’ê gulanê de rapora li ser Tirkiyeyê pêşkêşî PE’yê kir.
Rapor her çiqasî bi gelemperî xalên balkêş dide ber çavan jî, li ser rewşa aloz a li Tirkiyeyê bi kûrahî nasekine. Ji ber tirsa hêrskirina hikûmdariya Tirkiyeyê, pêşniyarên bingehîn û berbiçav a reforman nehatine bilêvkirin.
Ji bo min çend pirsgirêkên bingehîn ku di raporê de nahatine binavkirin ev in:
- Xwestina bidawîanîna ramana ku li Tirkiyeyê hikûmdar e û dibêje, pirsa kurd bi destê artêşê were çareserkirin û xwestina çareserkirina pirsa kurd bi riyên polîtîk;
- Bê şert û şurt rakirina xala 301’ê ya Qanûna Cezayê Tirk a ku azadiya raman qedexe dike;
- Daxwaza polîtîk a emansipasyona jinan.
Ez bawerim ku di raporê de raman û daxwaz ne bi cesaret bi cih bûne.
Welatekî ku partiya ji sedî 47'ê dengên welatiyan were hilbijartin doza qedexekirinê lê vebe, divê der heqê wê de rexne xurtir bûna.
Der heqê DTP'ê de ku li Tirkiyeyê ji bo mafê kurdan jî têdikoşe, doza qedexekirinê her berdewam e. Rapor bi tundî li ser nesekiniye.
Li ser çeteya "Ergenekon" ev a ku ji kuştina kesayetên demokrat ên wek Hrant Dînk tê tawanbarkirin bi firehî ranewestiyaye.
Lê ez li ser rapora Tirkiyeyê û helwesta Ewropayê şaş û matmayî nebûm.
Der barê bûyerên Newrozê de pêşniyarpirsa min ji aliyê Komîserê ji berfirehkirina Ewropayê berpirs Olli Rehn ev rêzên jêrîn wek bersîv da:
“Komîsyon dizane û mixabin dibîne ku, pîrozbahiyên Newrozê di bin siya dijwariyê de derbas bûne û sê kesan jiyana xwe ji dest dane.
Komisyon ji hezên ewlekariyê yên Tirkiyeyê daxwaz dike ku, di demên bi vî rengî de xwe paşvekişandinê biceribînin û her dem dest ji şideta bêpîvan bikişînin. Lê di heman demê de vê banga rexistina PKK'ê ya terorîst ku berî pîrozbahiyên Newrozê banga serhildanê kiribû û ev yek bûbû sedema aloziya rewşê, şermezar dikin. Komîsyon bi berdewamî, dê çavdêriya pêşveçûnên li başûra rojhilatê Tirkiyeyê, bike."
Min ev bersiv bi xemginî pêşwazî kir û pirsên min li ser wê bersivê ji Komîsyona Ewropayê her berdewam in:
Piştî vê bersivê hewce ye mirov ji Komîsyonê bipirse: Heger Komîsyon îdia dike û dibêje ku PKK beriya ku bûyerên Newrozê biqewimîn, ji bo şidetê bangewazî kiriye, vê carê ez dixwazim ji Komîsyona Ewropayê bipirsim: Kê çar kesên sîvil gulebaran kirin? Ev kes mirovên PKK'ê, an polîsên Tirkiyeyê bûn?
DTP’ê berî Newrozê bang kir ku beşdar di nav aştiyê de Newrozê pîroz bikin.
Pirsa sereke li Komîsyonê: Bi rastî Komîsyon ji bo çareseriya pirsa kurdî çi difikire?
Projeya Komîsyonê ji bo çareserkirina pirsa kurdî heye an na?
Komîsyon pêşveçûnên ku li Tirkiyeyê her berdewam in nabîne?
Ez bawerim ku Komîsyon bersiva van pirsan bide û li ser pirsa kurd raweste.
Ez hêvî dikim ku li ser Rapora Parlemana Ewropayê jî, nîqaş berdewam bin û Komîsyona Ewropayê li hemberî Tirkiyeyê gavên guherîna polîtîkayê bavêje, her wiha projeyeke bingehîn ji bo çareserkirina pirsa kurdî bi pêş bixe.
' );
//-->\n
feleknasuca@web.defeleknasuca@web.de

0 yorum:

Heval

Kurdish Music