Zımane Kurdi

1. Destpêk

2. Polîtîka ziman

3. Kurmancî

3.1 Rastnivîsa bêjeyan

3.2 Rastnivîsa hevokan

3.3 Rastnivîsa tîp û lêkeran

3.4 Rastnivîsa rêziman

3.5 Niqteşanî

4. Hin têz li ser zimanê Kurdî





1. Destpêk

Rastnivîs[1](Orthographie) bingeheke girîng e ji aliyê rêziman û ji bo xweþnivîs û xweþpeyvînê[2](Rhetorik). Elîfbê latînî[3] ji bo zimanê Kurdî hemû zaravan, ji elîfbên din asantir e û astengiyên wî kêmtir in. Ger em li rastnivîsa hin zimanan binêrin, emê bibînin ku tîp ziman giran dikin, lê divê tîp wisa zelal bên neqandinê ku ziman sivik bibe. Hin ziman hene (mîna; Çînî, Farsî ûwd.)[4] gelek asan in, lê ji aliyê rastnivîsê neqandina tîpan ew giran kirine. Hîç zimanek tune ku mirov bikaribe li ser bingeha nivîsê sedîsed rast bixwîne. Tenê hin ziman nivîs û rastnivîsa xwe wisa zelal kirine ku mirov zû fêr dibe û dikare bi asanî bixwîne. Mirov dikare bêje ku rastnivîsa ziman bi gelemperî li ser 3 bingehan pêk tê: a. bi giranî dîrokî, b. tevlîhev, c. bi giranî fonolojîk[5]. Rastnivîsa Kurmancî dikeve nav yên fonolojîk; spas ji Celadet Bedirxan re li ser bingeha tîpên latînî ziman gelek asan kiriye[6].



2. Polîtîka Ziman

Ziman, ne tenê bi zaravên xwe re hin cudanivîs nîþan dide. Her zarav di nav xwe de jî, cudayî nîþan dide[7]. Her ziman, zarav û devokên herî biçûk jî, di nav xwe de, cudayî dihewînin. Ev ji bo ziman rewþeke sirûþt e. Li ser rastnivîsê zelalî û pêþketina herî girîng, yekîtiya elîfba ye. Pirhejmariya elîfbên zimanê Kurdî astengeke giran e, li hember hevtêgîþtina gelê Kurd di nav xwe de li aliyekî, li aliyê din jî, sedema pêþveneçûn û jihevdûrketina zaravan e[8]. Çareserkirina vê rewþê li pêþ hemû tiþtî ye. Ger em nikaribin berhemên[9] hevdu bixwînin, emê nikaribin hevdu pêþ ve bibin, raman û pêþketina civaka xwe bînin cî.

Pêþvebirina rastnivîs bi yekîtiya tîpan, pêwîstî bi yekîtî û tevlîhevkirina ziman nayne pêþ. Yekîtiya ziman li ser bingeha zaravên Kurdî derenca duyemîn, sêyemîn e. Zaravê Kurdî yê ku pêþ[10] ketibe jî, ji ber ku bi tîpên Erebî tê nivîsandinê, asteng û pirsgirêkên li pêþiya yekîtiya ziman bi zelalî þanî me dide. Tîpên Erebî ji aliyê Kurdên Bakûr, Baþûra Biçûk û Sovyeta berê nikarin bên xwendinê. Tîpên Latînî bên wergirtinê, ji bo Kurdên ku bi tîpên Erebî hînbûne jî, zehmetî nade pêþ; ew ji xwe piranî bi fêrbûna zimanên biyanî mîna Ingilizî, Fransî ûwd. tîpên Latînî dikarin bixwînin û binivîsin[11].

Piþtî rastnivîs di zaravekî de, ber bi zelaliyê biçe, mirov dikare zaravan, ber bi zimanekî yekgirtî bimeþîne. Di vir de, pirsa polîtîka ziman çi be, xwe dixe pêþ çav. Polîtîka ziman ji aliyê zimanzanistî her tim asankirina ziman e. Ziman çiqas asan û zelal be, ramananîna ziman, hevtêgîþtin jî, ewqas baþ pêk tê. Pêþveçûna raman, pêþketina însan zûtir tê cî. Perwerde bingeheke girîng, di nifþên civakê de digre. Mirov bikaribe ramana xwe asan bîne ziman, zûtir digîje, civak zûtir fêr dibe û çand bi bingehîn ciyê xwe digre.



3. Kurmancî

Rastnivîsa zimanê Kurdî zaravê Kurmancî[12] roj bi roj ber bi rûniþtineke bingehîn ve diçe. Gava mirov cudanivîsên nivîskar, rojname û kovaran dide berhev; bêþik newekhevî,[13] lê pêþketin[14] jî, tên dîtinê. Zimanek neketibe dibistanan[15] û di ser hin nifþan de derbas nebûbe zimanê çandî û siyasî zelalbûn û yekbûna wî li anegora vê rastiyê dereng dikeve.

Kîjan zarave dibe bila bibe ku em bînin ber çav û li anegora pêþketina zimanên dewletî lê binêrin, pir kêmasî diyar in. Lê em zimanê Kurdî çi zarava be jî, bidin ber hev, bi hin zimanên ne dewletî ya jî, yên ne fermî, nemaze gelek yên fermî û dewletî jî[16], emê pêþketineke mezin di zaravên kurdî de bibînin.

Ziman, bi jiyan ve, girêdayî ye. Têkiliya ziman heta ku bi jiyanê ve girêdayî be, ew ziman dikare bijî. Rewþa pêþketina zimanê kurdî bi hemû zaravan, dewlemendî ber bi çav dixe, ev jî, deyndarê hêz û daxwaza gelê Kurd bi jiyanê ve ye[17].

Her çiqas kêmasî û nezelalî, di zaravên me yên din de hene jî, emê xwe li ser zaravê Kurmancî[18] kûr bikin. Hêvî ew e ku, di pêþerojê de, li ser hemû zaravan bi giranî hûrbûn û lêkolîn pêk bê. Zimanê Kurdî zaravê Kurmancî, di nav xwe de, ji aliyê rastnivîsê zelalî þanî nade. Sedema vê yekê ne ziman bi xwe ye, lê ew kesên çand û ziman diafrînin, bi xwe ne[19]. Gava em bixwazin ber bi zelaliyê biçin, yekbûna ziman, bi kêmasî di nav zaravan de, ber bi pêþ bixin, hin berbihevhatin pêwîst dixuyê. Ziman jiyan e, jiyan dimeþe. Em bixwazin nexwazin bi vê meþê ziman xwe zelal dike. Girîngî ew e, ku em rê li ber zelalbûnê hê bêtir vekin[20]. Peþketina ziman bi çand û pêþketina teknîk ve girêdayî ye. Rola rewþenbîrî xwe li vê derê þanî dide. Rewþenbîr, di beþê xwe de kûr bixebite, karê xwe baþ pêk bîne, çand firetir dibe, xwe bi bêjeyên nûjen dixemilîne. Nivîskar beriya herkesî ji xwe re wezîfe bibînin, dikarin bi nivîsîna Kurdî ziman fire bikin, pêþ ve bibin. Ziman ne tenê bi xebatên zimanzanistî pêþ ve diçe, piranî bi xebatên jiyana çandî pêþ ve diçe.

Di zaravê Kurmancî de, rastnivîs bi du awayî xwe dide pêþ me: 1) Awayê Celadet Bedirxan, 2) Awayên din.

1) Awayê Bedirxan ji aliyê gelek Kurdan pêk tê. Mirov dikare bi hin pêþniyazên li gora pêþveçûna demê, Bedirxan mîna bingeh bigre. Eger Bedirxan ji bo zaravê kurmancî bingeh bê girtinê, nêzîkbûn û zelalî ber bi wî be, paþê jî, Kurmancî û zaravên din dikarin ber bi yekbûnek biherikin.

2) Awayê din: Ew kesên ku ne bi awayê Bedirxan dinivîsin jî, di nav xwe de, ne yek in; bi gelek cureyan beþ dibin, lê bi bingehîn, ji aliyê rastnivîsê ve, di bin tesîra elîfba erebî û kirilî[21] de, mane. Di navbera wan hemûyan de, bi Bedirxan re, cudayî mîna ku di nav wan de, bi xwe heye, ne mezin e. Cudayî ne tenê ji aliyê tîp û rastnivîs e, lê ji aliyê rêziman e jî. Her çiqas ew cuda binivîsin dîsa jî, di bin tesîra Bedirxan de ne. Tesîra Bedirxan xwe ne tenê ji aliyê tîp, lê ji aliyê rêziman jî, þanî dide.

Rastnivîs, di hemû zimanan de, pirsgirêkeke herî mezin e. Ji ber ku rastnivîs ne tenê rastnivîsa bêje ye. Ji bilî bêje rastnivîsa tîp, lêker, hevok, bi her awayî rêziman, niqteþanî ûwd jî, pêwîst e zelal bibe.

Kurmancî, di dîrokê de, ciyekî taybetî digire. Li ser bingeha devoka cizîra Botanê gelek eserên bi nirx hatine nivîsandinê. Piþtî þerê cîhanê yê yekemîn, Kurmancî hêdî hêdî li ser bingeheke xurt rûniþt: Ji aliyekî zimanê fermî yê kraliya Berzencî bû, ji aliyê din jî, kovar û rojname bi vî zaravî dihatin nivîsandinê. Rojnama Kurdistan ku di sala 1898 an de, li Kahîrê dest bi weþana xwe kir, bi zaravê Kurmancî devoka Botanê bû. Dema pêþveçûna nûjen, mirov dikare bêje bi Celadet Bedirxan dest pê dike. Di dema þerê cîhanê yê yekemîn de, Bedirxan dest bi çêkirina elîfbayekî Kurdî, tîpê Latînî kiribû. Elîfba, ji 31 tîpan pêk hatibû. Piþtî ku kovara Hawarê bi tîpên Latînî bingeha xwe xurt kir, hin kovar, rojname û nivîskarên din jî, bi vî elîfbayî nivîsîn. Bi vî awayî Bedirxan bû bingeh ji bo zimanê Kurdî zaravê Kurmancî[22]. Lê ji aliyê din jî, zaravê Kurmancî li Sovyetê, bingeha xwe li ser elîfbê Latînî û Kirîlî li gora devoka Kurdên Ermenîstanê ava kir. Piþtî þoreþa Oktobrê, di sala 1928 an de bi elîfba Latînî rojnameya „Riya Teze“ derçû. Piþtî þerê cîhanê yê duyemîn ev elîfba bi elîfbê Kirîlî hate guhertinê. Sebep asanbûna çapê dihate þanîdanê[23].



3.1 Rastnivîsa Bêjeyan

Li ser rastnivîsa bêjeyan zû bi zû zelalî çênabe, ji ber ku gelek cûrbecûrnivîs ne ji þaþbûnê, lê ji devokan tê. Devok, bêjeyan li anegora xwe bi lêv dikin[24]. Lê hin gotin hene ku mirov dikare bigîjîne zelaliyê[25].

Bêje, di Kurmancî de, dikarin cuda bên nivîsandinê, lê mane nayê guhertinê. Kurdî zimanekî nerm e, dengê wî mîna muzîkê ye; ji ber vê yekê jî, tîp dubare nayên nivîsandinê. Tîpên dubare[26] ziman diþidîne, ev jî, nermiya Kurdî diþkîne[27]. Bêjeyên dubaretîp, bi piranî biyanî ne[28]. Pir caran bêjeyên biyanî jî, di Kurdî de, xwe nerm dikin û tîp dubarebûna xwe winda dike. Lê hin devok bêje hiþk bi lêv dikin. Di peyvê de hiþk bê ziman jî, divê di nivîsandinê de xwe nerm bike, bi yek tîpî bikeve nivîsê. Hin kes „pirr“[29] bi du „rr“ bi lêv dikin. Ger mirov bixwaze „pir(eh)“ ji „pirr“ cuda bike, divê ew ji mana hevokê derkeve, ne ji zêde û kêmkirina tîpan. Zêde û kêmkirin li gora dilê xwe mirov nikare çêbike; wisa be, ne tenê gotinek, gelek gotinên din jî, divê bên guhertinê[30].

Di Kurdî de li ser rastnivîsa bêje[31]kaosek heye. Ev kaos hem ji nivîskaran hem jî, ji zêdebûna devok û zaravan tê. Her yek ji me li herêmek, bi zaravek yan jî, bi devokek mezin dibe. Mirov carek bi devokek hîn bibe, xweguhertin[32] zor e.



3.2 Rastnivîsa Hevokan

Hevoksazî, di bin tesîra hin zimanên biyanî de maye. Carcaran gava hin kurd dipeyivin, mirov dibêje qey ew ne kurdî lê zimanekî biyanî dipeyivin. Ger ev, ji çandguhertina civakan bihata, wê tu gotina me li hember tunebûya; lê rewþ ne wisa ye. Rewþ ew e, ku gelek kurd bi zimanê xwe baþ nizanin û bi rêzimanên zimanên din dipeyivin. Pir caran formên devokî yên herêmî ji aliyê nivîskar û zimanzanan pêk tê[33]. Mînak hevoka „min kurek heye“/“min keçek heye“/“min bira hene“/“min pere heye“ ûwd. Ev form devok e, ne pêwîst e ku mirov bixe nav nivîs û zimanê „bilind“. Bi nivîs: „kurekî min heye“ / „keçeke min heye“/“birayên min hene“/“perê min heye“ ûwd.

Ji aliyê daçek û paþdaçek[34] (Pre- und Postposition) jî, zelalî pêwîst e. Hin nivîskar[35] û zimanzan bi hev re, hin jî, cuda dinivîsin. Hinek jî, tevlîhev in, hem cuda, hem bi hev re dinivîsin[36]. Hevoksazî di ziman de, ciyekî taybetî digire. Hevok baþ saz nebe, giyana ziman nede; raman jî, zelal nayê ziman. Hevoksazî bi xweþpeyvîn û xweþnivîs jî, girêdayî ye. Xweþpeyvîn û xweþnivîs(Rhetorik) ji bo têgiþtineke asan, raman û fêrbûna zelal pêwîst e. Hevoksazî, ne bi form tenê girêdayî ye, bi neqandina bêje û naveroka peyvê jî, ji nêzîk ve girêdayî ye. Hevok çiqas kin û zelal be, lihevhatî be, raman ewqas ji têgîþtinê re vekirî dibe. Di gelek zimanan de, xweþpeyvîn û xweþnivîs mîna beþekî zanistî ciyê xwe girtiye. Ji ber ku em hê di destpêka zelalkirinê de ne, em dikarin bingeheke xurt ava bikin.



3.3 Rastnivîsa Tîp û Lêkeran

Diyar û zelal e ku 31 tîpên latînî yên ji aliyê Bedirxan, bingeha wan ji bo zimanê Kurdî hatiye danîn, çi zarav dibe bila bibe têr dike. Ziman tenê bi tîpan nikare bê bi lêvkirinê. Tîp tenê ji bo alîkariyê ne[37]. Deng (Phonetik) mîna mirov bixwaze bi tîpan nayê ziman, divê mirov ziman guhdarî kiribe daku mirov baþ tê bigîje. Em bi vî awayî li ziman û fonetîka zimanê Kurdî binêrin, emê bibînin, bibîsin ku deng û tîp gelek mîna hev in, lê ne yek tiþt in. 31[38] tîpên latînî ji bo hemû zaravên Kurdî gelek baþ têr dikin. Divê mirov tîpan kêm bike, lê zêde neke. Zêdebûna tîpan ziman giran û teng dike, fêrbûna ziman zor dike.

Lêkerên kurdî zaravê kurmancî dikarin bi sê awayî bên nivîsandinê: a- Lêker mîna lêker, di kiþandina deman de cuda tên nivîsandinê, eger hevedudanî ji gotineke bi mane ji nav, ya jî, dîrokî pêk hatibe[39]: „ez kar dikim“, „ez hînî zimanê kurdî dibim“, „em dest pê dikin“, „ew dest jê berdidin“ ûwd. b- Lêker mîna nav bi hev re tên nivîsandinê: „destpêkirina karê sibê“, „karkirina te“, serjêkirina zarok û jinan“, „serhildana gel“, c- Lêker, di demên pasîv de, bi hev re tên nivîsandinê û „ê“[40] lê zêde dibe. Mînak: „av tê vexwarinê“, „ders hatiye belavkirinê“, „gund hatiye valakirinê“

Lêkerên Kurmancî hê tevlîhev[41] dixuyên, ji ber ku ji gelek devokan pêk tên. Di hin devokan de, lêker mîna hev nayên nivîsandinê, ji ber vê jî, cudanivîs xwe dixe pêþ. Lê ev rewþeke normal e. Bi zelalbûna ziman wê lêker jî ber bi yekbûnê ve biçin. Lêker gelek cuda ne, hem ji aliyê naverok hem ji aliyê hevoksazî (Syntax) hem jî, ji aliyê formzanî (Morphologie). Wekî din di nav xwe de bi gelek curî beþ dibin[42], lê bi bingehîn mirov dikare bike çar beþ: Lêkerên bingehîn, (Vollverb) Lêkerên kawzatîf (Kausativ), Lêkerên rewþê (Modalverb), Lêkerên alîkar (Hilfsverb). Ew jî, di nav xwe de beþ dibin, mîna têper (Transitiv), têneper (Intransitiv), hevedudanî (Kompositum), veqetandî, (trennbar) neveqetandî (nicht-trennbar) ûwd. Lêkerên hevedudanî jî, dîsa bi gelek cûreyî beþ dibin. Lêkerên daçekên wan pêþkîtelêker (Verbalpartikel) bin, pêþkîtên[43] wan pê re tên nivîsandinê. Wekî din di lêkerên hevedudanî de daçekên pêþkîte ji nav, daçek û paþdaçek ûwd. pêk hatibin, hemû cuda tên nivîsandinê.[44]



3.4 Rastnivîsa „Rêziman“

Rastnivîsa rêziman, rastnivîsa hemû beþên ziman e. Li vê derê bi „Rêziman“ mebest bi giranî formzanî (Morphologie) ye. Rêzimanê kurmancî heta deverekê zelal bûye. Dîsa jî, gelek nezelalî tê de hene. Ev nezelalî pir caran ne di rêziman de, lê di kesan de ye.

Rastnivîsa form „di/bi/ji...re/de/ve“ be. Divê lêkera bûnê cuda bê nivîsandinê[45].Eynî tîp hîç dubare nebe, ne di kempirandinê (Komparativ) de, ne di bilindkirinê (Superlativ) de, ne jî, di formekê din de. Pasîv[46]divê timî bi kiþandina lêkera „hatin“ê bê nivîsandinê. Bi devkî mirov dikare „wer(în) jî, bi kar bîne, le ne bi nivîs. Zelalî çêtir li ciyê xwe rûdinê, ger tîpa „h“[47] ku di devoka Botanê, gelek bêjeyan de heye, neyê nivîsandinê. Li tîpan îþaret zêde nebin, yên hene bes in. Gava mirov Kurdî nûjen dike, li ser bingeha giyana zimanê Kurdî, rêziman û etîmolojiya ziman çêbike.

Tewandina navên nêr[48] ne pêwîst e. Wek tê zanîn, gava di navên nêr de „a“ û „e“ hebe, di tewangê de dibe „ê“ (hin devok: „î“). Lê mirov dikare bê tewangê jî, bi lêv bike û ne þaþ e.

Hemû formên pevgirêk (Kopula) û cînavên paþdanî (enkl. PersPron.) ger ne bi lêkeran bin, cûda tên nivîsandinê. Di kiþandina lêkeran de hemû paþ û pêþekên rêzimanî bi lêkeran re tên nivîsandinê, çi rêziman, çi pevgirêk (Kopula) di hemû deman de bi lêker ve tê nivîsandinê[49].



3.5 Niqteþanî

Di niqteþanî[50] de, tiþtê girîng dabir (,) e; ji aliyê pir kesan dabir rast nayê bikaranînê. Pêþniyaza min ew e, ku dabir (,) her tim piþtî „jî“ pêk bê. Mînak: „ez jî, têm“ / „hun jî, diçin“. Piþtî „jî“ her tim bînek tê danê, dabir hebe xwandin zelaltir dibe. Pir caran pêþ û paþ: „ji/di/bi...de/re/ve“ dabir pêk bê, jihevxistina hevokê asantir dibe. Piþt û paþ „ku“ / „û“ dabir pêk neyê çêtir e.

(;) Niqtedabir; gava hevok naqede û naverokeke nû li pey bê, tê xebitandinê. Iþaretên ku li ser gotin û hejmaran bilind dibin, wan ji hev diqetînin, di zimanê kurdî de, ne pêwîst in[51]. Serenav bi tîpên mezin dest pê dikin. Bêjeyên navên taybetî, mîna navên pirtûk, kovar, rojname, nivîsên pankartan ûwd. bi tîpên mezin dest pê dikin û nayên tewandinê[52].





4. Hin têz li ser Zimanê Kurdî

1. Bi çi awayî dibe bibe, nivîsandina zimanê Kurdî, hemû zaravan, pêþketina civaka Kurd bi xwe re tîne. Mirov dikare bibêje ku hemû Pirtûk, kovar, rojname û nivîskarên bi Kurdî dinivîsin, berjewendiyeke mezin digîjînin civakê. Bi vê girêdayî, ger nêzîkbûn bi kêmayî di warê yekbûna rastnivîsê de bi cî bê, xurtbûn û pêþveçûn zêde dibin.

2. Dubarekirina tîpan, ziman ji aliyê ahengê ve teng dike, diþidîne. Hevoksazî divê li ser bingeha xweþpeyvîn û xweþnivîs (Rhetorîk) û rastnivîsê (Orthographie) pêk bê.

3. Tîpên latînî ji bo hemû zaravên Kurdî bingeh in.

4. Ji aliyê niqteþanî û formên rêziman lêkolîneke kolektîf, xebateke sazimanî-akademîkî pêwîst e. Rastnivîs, ji aliyê naverok ne tenê karê kesan e, karê saziyan e. Kes û sazî bi hevxebateke rast dikarin ji bin bar derkevin.

5. Kesên li ser beþekî ziman bi taybetî dixebitin, agahdariyên wan ji hev hebe û ber bi saziyeke netewî ya ziman bimeþin, ji bo nêzîkbûna yekîtiya ziman pir baþ dibe.

6. Zanistî, metod û disîplîna xebat e. Bê hûrkolîn û lêkolîneke bingehîn afirandina berhemên zanistî ne mumkun e. Kesên li ser eynî beþî dixebitin dikarin di nav xwe de, li ser bingeha xebata zanistî têkilî deynin û alîkariyê bidin hev. Di pêwendiya zanistî de „ez, ya min“ ciyê xwe dide „em, ya me“ û kolektîvîzmê. Bi vî awayî rastiya yekîtiya çand û ziman derdikeve pêþ û serkeftin asan dibe.

7. Rewssenbîr, ji bo pêþveçûna netewî, ne tenê bi karê xwe fêdekarî dikin, ger pêwîstiya pêþveçûnê tê de hebe, ramana xwe jî, da nav kolektîvîzmê de dihelînin. Fêdekariya kesayetî, nefsbiçûkî civak radike ser xwe, bi pêþ ve dibe. Rewþa ramanparastin ji aliyê karê zanistî pir caran ne pêþ, paþ ve û ji civakê dûr dixe. Zanyarî û mezinî ew e ku mirov ne tenê kêmasiyên kesên din, lê yên xwe jî, hem bibîne û hem jî, bi xwe tilî dane ser kêmasiyên xwe.





Çavkanî
BALI, A. (1992), Rêzimana Kurdi, Türkçe Açiklamali Kürtçe Dilbilgisi, Istanbul.

BEDIRXAN (1986) Celadet, LESCOT, Kurdische Grammatik (Kurmancî-Dialekt), Bonn.

BEDIRXAN (1994) Celadet, Bingeha Gramera Kurdmancî, Stockholm.

BEDIRXAN (1971) Kamran, Desöotpêka Xwendinê-Rêzana Zmanê Kurdî (Perçeyên Bijarte), Paris.

BIÇûK, Selim, (Xebatên neçapkirî)

DUDEN (1963) Das Herkunftswörterbuch (Eine Etymologie der deutschen Sprache), Mannheim.

HAJO (1982) Zaradached, Indo-Iranische Sprachstudien (Innaugural-Diþertation), Berlin.

IZOLI (1987) D., Ferheng (Kurdî-Tirkî, Tirkî-Kurdî), Den Haag.

KARTAL (1991) Hüseyin, Das Kurdische Verbum, Eine Kontrastive Darstellung mit dem Iranischen, Berlin (unverl. Arbeit).

KARTAL (1992) Hüseyin, Navên Kurdî, Kurdische Namen, OsnabrücKURDO (1981) Qanatê, Zimanê Kurdi Frankfurt/M

KURDO (1990) Qanatê, Gramera Zmanê Kurdi, Kurmanci-Sorani, Stockholm.

LEXIKON (1988) Sprachwiþenschaftlicher Termini, Leipzig (2.unveränderte Auflage, Hrsg: Rudi Conrad).

LÖFFLER (1990) Heinrich, Probleme der Dialektologie-Eine Einführung, Darmstadt (3. durchgesehene und bibliographisch erweiterte Auflage).

MATRAS (1989) Yaron, Probleme der Sprachstandardisierung-Am Beispiel der Orthographie des Kurdischen (Magisterarbeit), Hamburg.

NEBEZ (1975) Jemal, Die Schriftsprache der Kurden, in: Acta Iranica Leiden (Monumentum H.S.NYBERG).

NEBEZ (1976) Jemal, Zmanî Yekgirtûy Kurdî, Amberg.

SAGNIC (1991) F. Huseyn, Hêmana Rêzimanê Kurdi, Istanbul.

SAGNIC (1991) F. Huseyn, Pêþeriya hewisina zmanê kurdi, Istanbul.

SEMO, Ereb, Dimdim 1983-Stockholm, Jiyana Bextewar 1990-Stockholm, Sivanê Kurd 1990-Köln.

TORI (1990) Rêziman, Leuven.

UZUN, Mehmed, Tu 1984-Stockholm, Siya Evînê 1992-Istanbul, Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê 1992-Istanbul, Destpêka Edebiyata Kurdî 1992-Ankara, Hêz û Bedewiya Pênûsê 1993-Stockholm.

WENDT (1987) F.Heinz, Sprachen-Fischer Lexikon, Frankfurt/M.

WURZEL (1992) Petra, Kurdisch in 15 Lektionen, Köln.

ZILAN, Reþo, Reformek Pêwîst e (di: BERGEH 1-6, 1989-1991).










--------------------------------------------------------------------------------

[1](Orthographie; latînî: orthographia, yunanî: orqograjia, mana gotinê: orthos „rast / maf“, graphus „nivîs / nivîsîn“) Duden-Das Herkunftswörterbuch, Mannheim 1963, r.485 / Etymologisches Wörterbuch des Deutschen, Band 3, 1989 Berlin, r.1211)

[2]Binêre: LEXIKON Sprachwissenschaftlicher Termini, (Hrsg. von Conrad, Rudi) Leipzig 1988 (2.unver. Aufl.), r. 199.

[3]Elîfba Latînî fonolojîk e; deng û nivîs hevdû dixemilînin.

[4]Ingilizî jî, bi tîpên latîni tê nivîsandinê, lê ji ber ku awanivîsên xwe yên dîrokî bernedaye, dîrokî ye. Fonolojî û dîrokî di nav xwe de dihewîne, ji ber vê yekê jî, mirov dikare bêje tevlîhev e.

[5]WENDT: 1987, r. 206-211. / b. Phonologie: LEXIKON Sprachwissenschaftlicher Termini, (Hrsg. von Conrad, Rudi) Leipzig 1988 (2.unver. Aufl.), r.178-179.

[6]BEDIRXAN tîpên Latînî bingeh girtiye, lê bi zêdekirina hin îþaretan tîp li anegora fonolojiya ziman guhertiye. Tîpên zêdekirî ev in: „ê, û, î, ç, þ“. Pir zimanên din jî, gava tîpên latînî girtine, li anegora zimanê xwe guhertine, hin ziman, ji dêvla ku niçik (` ´) bixine bînî, xistine ser tîpan: „ š, c“ ûwd.

[7]LÖFFLER 1990, r.2-6

[8]„Pirsgirêkên ku îro derketina pêþiya zimanê Kurdî, pircure ne. Ew ne bi tenê bi nivîsîna bi tîpên latînî, lê belê bi pirsên têvel yên zimannasiyê ve girêdayî ne. Pirsgirêken ku bi nivîsîna latînî ve girêdayî ne, di nivîsîna kurdî ya bi tîpên erebî de nahêne pêþ. Ji ber ku bi latînî nivîsîn, mirov mecbûrî hin qaîdeyên bi hev re yan jî ne bi hev re nivîsandinê dike. Lê, ji ber ku alfabeya erebî ne alfabeyeke fonetîk e û ew xwedî pêkhatineke movikî ye, çû qaîdeyeke wê ya bi hev re yan jî ne bi hev re nivîsandinê tune ye. Ew ji aliyê bikaranîna nîþandekan (interpunktion) ve jî, wek zimanên din, ne xwedî qaîde û tecrubeyên kevneþopî û rûniþtî ye.“ ZILAN 1989, (Bergeh 1) r. 85.

[9]Li baþûrê Kurdistanê berhemên gelek hêja li ser ziman, dîrok, wêje ûwd. hatine afirandinê, lê piranî Kurd ji wan bêpar in, ji ber ku bi tîpên Erebî ne. Em nikarin ji Kurdan daxwaza fêrbûna tîpên Erebî bikin, ji ber vê yekê jî, pêwîstî bi wergerandina hin berhemên hêja bi tîpên Latînî heye.

[10]NEBEZ 1975, r.108

[11]NEBEZ 1975, r.120

[12]„Kurdên Kurdýstana Týrkýyê (welatên Diyarbekýrê, Mêrdinê, Hekariyê, Býtlisê, Mûþê, Wanê, Erzerûmê, Dogubeyazedê, Erzincanê, Xarpûtê), kurdên Kurdýstana Iranê (lý nehiyên Xorasanê, rojava gola Urmiyê), kurdên Kurdýstana Iraqê (welatên Mosulê, Akrê, Zaxo, Amadi, Dehok û çiyayên Sýncarê), Kurdên Kurdýstana Sûriyê (nehiyên Qamûþliyê, Efrin, Hesiç û çiyayê Kurd), Kurdên Sovetistanê dipeyivýn bý kurmanci; kurdên zaza ji tevi zazaki qýsmek bý kurmanci ji dýzanýn û dipeyivýn.“ (KURDO: 1990, r. 8)

[13]Hin kes li gora devoka xwe ya herêmî ziman dinerxînin. Eger mirov ne li gora konsepta devokên wan bilive, kurdiya pêk tê, ji binî de þaþ dibînin. Ziman bi çi devokê be bila bibe, ne þaþ e. Mirov nikare cudayiya devokî mîna „nerast“, „þaþ“ þanî bide. Kesên li ser ziman bawerî berepêþ dixin, piranî bi xwe ne zimanzan in, ji ber vê yekê jî, nirxandin û rexnegirtina wan ne bi pisporî û zanistiya metodan e. Hin nivîskar hene, bi salan serê xwe bi ziman êþandine, lê ne mîna pisporên, ku bi metodîk li ser ziman xebat kirine, mîna kesên xebatê ji kêmbûna zimanzanan mîna hobî girtine ser xwe. Ev rewþ li ser pêþketina nivîskarên zimanê kurdî tesîreke negatîf kiriye û dike jî.

[14]Lêkolînvanên Kurd yên ku bi metodên zanistî dixebitin kêm in. Bi taybetî di zimanzanistî de berhemên nû piranî ducarkirina karê berê ne. Her du birayên BEDIRXAN (bi giranî Celadet) bingeha zimanê Kurdî danîne, ger mirov bixwaze li ser ziman bixebite, divê berhemên nûjentir, pêþketîtir bide. Di salên dawî de hin xebatên pêþketî hene, lê têr nakin, mîna: HAJO 1982, r.152-294, Xebatên Mamoste NEBEZ, hin nivîsên R. ZILAN, rojnama WELAT ûwd. Divê em li vê derê navê Ferhenga ÎZOLÎ 1987 jî, bînin ziman ku ji aliyê firebûna ziman de xizmeteke giranbiha ye.

[15]Ji dervayê zaravê Soranî, Kurdî li ser bingeheke rast nebûye zimanekî dibistanî. Perçebûn û bindestiya Kurdistanê rê li ber pêþveçûna gel û ziman bi hemû zaravan girtiye.

[16]Zimanê Tirkî, zimanekî fermî û dewletî ye, lê gava mirov bi Kurdî dide ber hev qelsî û kêmasiyên wî yên têgîþtinê ji yên kurdî zêdetir in. Ev rewþ ji bo gelek zimanên din jî, mîna yên Kafkazî, Efrîkî ûwd. derbas dibe. Zimanên Kafkazî ji aliyê gelkêmî û teknîkê, yên Efrîkî jî, mîna Kurdî ji ber kolonyalîzmê ji pêþketineke xurtir bi paþ ve mane.

[17]Gel û jiyan gelek nêzîkê hev in, bi hev re girêdayî ne. Gelê Kurd jiyan bi xwe ye. Xurtbûna çand û ziman li aliyekî, lê daxwaza jiyan û pêþketin ji aliyê gel ve, ziman heta roja me daye jînkirinê.

[18]Rastiyeke jiyana Kurd heye, ew jî, ev e ku dem bi dem hin zaravên Kurdî ji yên din pêþdetir dikevin (NEBEZ1975, r. 108-120): Ev jî, bi têkoþînê ve girêdayî ye. Rewþa dema tê de yî, zimanê Kurdî zaravê Kurmancî pêþ dixe. Pêwîstî ji aliyê zanîstî, pêþvebirina hemû zaravên Kurdî heye. Divê em li ser hemû zaravên xwe bi çandî û lêkolînî bisekinin, binirxînin, pêþ ve bibin. Min li vê derê giranî daye ser Kurmancî lê ev nayê wê manê ku ez li ser zaravên din nasekinim. Pirsgirêk li vê derê kêmbûna demê ye. Wekî din li ser hemû zaravan xebat bi eynî giraniyê pêwîst e.

[19]Di Kurdan de, sazî pey kesan tên. Kes xwe ji sazî girîngtir dibînin û dixin pêþ saziyan. Ev rewþ rast e ji bindestiyê tê, lê bingeha xwe dide eþîrparastin û xwespartina eþîrî. Bindestî û pelixandina netewa Kurd, aliyek ji eþîrên xwe bi xwe, ji aliyê din jî, dijmin kesayetî li ba kurdan biçûk hîþtiye; nehîþtiye ku kesayetiyên netewî yên mezin zêde derkevîn û xweparastin piþtî sazî û dezgehên netewî bi cî bidin girtinê. Ji dêvla sazî û hebûnên netewî, hebûn û otorîteya eþîran û kesên eþîran xwe dane pêþ. Kesek serê xwe bi tiþtek êþandibe, li ser xebitîbe, xebata xwe - rast e bi asanî pêk nehatiye - xistiye rewþa parastineke teng. Xwe ji rexnan re vekirî nehîþtiye, girtiye. Berbihevçûn û sazîdanîna netewî, di nav „otorîte“ ya kesane de winda bûye. Pir caran, ew kesên ku xwe otorîte hesibandine ya jî, hatine hesibandinê, bi xwe jî, ne pisporê karê ku kirine, bûne.

[20]Hin „zimanzan“ xwe pispor dibînin û naxwazin ji gotinên xwe dakevin jêr. Gava mirov wan rexne dike, xwe ji mirov dûr dixin û nêzîkê karê xurtkirina berbiheviyê nayên. Bi avakirina saziyên netewî, pêwîstî bi guhertina pozîsyonên þexsî heye. Pozîsyonên þexsî baþ in, ger amade bin xwe di nav yên netewî de bihelînin.

[21]Tesîra elîfbê Erebî xwe di kêmkirina tîpan de, ya Kirîlî jî, xwe di zêdekirina tîpan de, þanî dide. (Binêre: SAGNIÇ I-1991 / II-1991, KURDO 1981 / 1990).

[22]MATRAS 1989, r. 4 -5

[23]KURDO 1981, r. 146 / MATRAS 1989, r. 6 / BALI 1992, r. 28

[24]Mînak.....(jîn / jiyan, çiya / çîya). Eger tîpên „î“ û „ê“ piþtî tîpa „y“ bên, dibin „i“, xwe tenik dikin. Mînak: „jîn / jiyan“, „cî / ciyê min-cihê min“, „Kurdî / Kurdiya Botanê“ ûwd. Ger tîpa „î“ veqetandî bê nivîsandinê, dikare mîna xwe bimîne: „ev gundî ye“, „ tu rêwî yî“ (b. BEDIRXAN 1986, 1994).

[25]Di zimanê Kurdî de, çi zarav be jî, bi dîrokî tenê tîpên „st“ û „sp“ bi hev re tên nivîsandinê. Wekî din hemû bêjeyên din „i“ digrin nav xwe. Mînak: „zman“ / „ziman“, „jmar“ / „jimar“, „gran“ / „giran“, „brîn“ / „birîn“ ûwd. Hin nivîskar û zimanzan tevlîhev dinivîsin, piranî guh nadin rastnivîsa gotinên wisa. Hinek jî, (b. SAGNIÇ 1991) tîpa „i“ ya di pêþkîteya gotinan de, hîç nanivîsin. Sedemên nivîsandina wisa ji bilî tesîra Erebî, ji min re ne diyar e. Bêjeyên bi „st“ û „sp“ dikarin di pêþkîteyê de tîpa „i“ nehewînin, ev form ji aliyê dîroka etîmolojî rast e. Mînak: „spas“, „spar(tin)“, „stîn“, „stan(din)“,„stêrk“, „stûn“, „stran“, „stirî“ ûwd. Li gora min mirov dikare tîpa „i“ bixe nav tîpên „st“ û „sp“ jî, daku ji aliyê form di rastnivîsê de zelalî bêtir bê cî.

[26]Mînak: „pir/pirr, ker/kerr, xurtir/xurttir“.

[27]Zarave, bi taybetî devok, li gelek ciyan mîna zimanê kesên nezan, zimanê gundiyan hatiye dîtin û „ronakbîr“ nexwastine xwe nêzîkê devokan bikin. Baweriyeke rewþenbîriya hin welatan li ser devok û zarave ew bûye ku kesên gundî ziman hiþk tînin ziman. Rastiyeke sirûþtî jî, di vî warî de xwe dide pêþ ku ferq di navbera axaftina gundên çiyayên bilind û deþtan de heye. Rewþa jiyanê tesîr li ser ziman jî, dike. (LÖFFLER 1990, r.37-39.)

[28]Mînak: „fiil / fêl, saat / saet, ciddî / cêdî“ ûwd.

[29]b. Rojnama WELAT, kovara NûDEM ûwd.

[30]Mînak: „here / herre!“, „pirtûk / pirrtûk“, „paþîv / paþþîv“, „yekîte / yekkîte“, „tt“ / „kk“ / „rr“, „þþ“ / „ll“ ûwd.(BEDIRXAN 1994, r.22). R. ZILAN pêwîst dibîne ku tîp dubare bibin, piranî jî, di kempirandinê de. Ew „tir“ mîna formanseke bi serê xwe dibîne û kêmkirina wê qebûl nake. Di vî warî de dixwaze BEDIRXAN „rast“ bike, lê bi baweriya min rêzimanê Kurdî ne ji aliyê fonetîk, ne jî morfolojî heq nade ZILAN. Binêre: ZILAN 1989-I-, r. 86-87.

[31]„Ji aliyê rastnivîsê de, divê her perçeyeke daçekên ku ji yekê bêtir peyvan pêk dihên, cihê û bi tena serê xwe bêne nivîsandin. Ji ber ku her perçeyek jê xwedî mane û naverokekê ye û peyvên serbixwe ne. Ji lewre; „ji bo, ji ber, ji rex, ji nik, ji bin, ji hev, ber bi, li ba, li ser, li bin, li hev di gel“ (ZILAN 1989-II-, r. 75). Ev bêjeyên han û gelekên din dikarin bi hev re bên nivîsandinê: „nemêr / serjin / fêmker / binavkirî / berbihev / bêbask / bêbext / bindestî / hevber / hevreng / ducar / dubar / tukes / tutiþt / herkes / hevbend / hevbeþ / hevpar / pirkes / hertiþt“ lewre / daku / binav / bênav“ ûwd. Hê gelek bêjeyên din hene, ew jî, dikarin bi vê metodê bên nivîsandinê. Mana wan cuda û ew bi serê xwe bin jî, ger bêje mîna nav be, bi hev re tê nivîsandinê: „Zehmetkêþ, nivîskar, karker, cotkar, pîrejin, kalemêr, dilxwîn, cîgerxwîn, dilperitî, þahmaran, guhdar, balkêþ ...“. Ji bo etîmolojiya nav û bêjeyan binêre: KARTAL 1992, r. 59-126.

[32]b. LÖFFLER 1990.

[33]b. WURZEL 1992, KURDO 1983 û 198ý, ZILAN 1989-I-, þEMO 1983 / 1990-I,II-, (UZUN, zimanê wêjeyî baþ pêk tîne, lê dîsa jî, ji aliyê rêziman û rastnivîs gelek tevlîhevî û kêmasiyan dike, pir caran devok ciyê kurdiya nivîskî digre, b.: 1984, 1989, 1992-I,II-, 1993 ûwd.), Li ser nivîskarên din divê bi taybetî bê sekinandinê. Ji ber ku di warê rastnivîsê de, nivîskar piranî ne zelal in, tevlîhevî heye.

[34]Termên rêzimanî ne zelal in, herkes bi awayek pêk tîne, ji ber vê yekê ji bo têgîþtinê carna termên Latînî pêk tînim. Xebat li ser zelalkirina termên rêzimanê heye, hevî pêþvebirin e.

[35]LÖFFLER 1990, r. 12-13, di zimanên din de jî, ne tenê di zaravan de, nivîskar, bi zimanê bilind jî, pir caran ne mîna hev dinivîsin

[36]„di...re/de/ve“, „bi...ve/re“, „ji...de/re/ve“. KURDO, SAGNIÇ hin nivîskar bi hev re / BEDIRXAN, HAJO, BALI, ZILAN, TORI, BIÇÛK û gelekên din cûda dinivîsin lê hinek ji dêvla „e“, „a“ dinivîsin, „di/bi/ji....ra/da/va“.

[37]LÖFFLER 1990, r.72-95.

[38]KURDO 36 heta 38 tîpan dihesibîne. Ew hin îþaretan li ser tîpan zêde dike. Mirov tesîra elîfba kirilî ji aliyekî, ji aliyê din jî, tesîra tîpwergera (Transkription) zimanê zanistî dibîne.

[39] KARTAL 1991.

[40]KURDO û kurdên Sovyeta berê jî, piranî tîpa „ê“ di pasîv de lê zêde dikin.

[41]Li ser form û naveroka rastnivîsa lêkeran: „çûn / çûhîn / çûyîn“, „xwendin / xwandin“, „xwestin / xwastin“, „peyivîn / peyvîn“, „borîn / bihurîn“, „gîþtin / gihiþtin“, „westîn / westiyan / westihan“, „biþaftin / biþkaftin“, „þûþtin / þîþtin / þoþtin“. Lêker, ji aliyê form û naverokê ve pircure ne. Ji aliyê rastnivîsê mirov dikare giraniya xwe ber bi zelaliya awayek bibe, lê yên ku naveroka wan cudamane ne, divê mîna xwe bimînin, Mînak: „revîn, reviyan, revihan, revandin“ . Lêkerên „revîn, reviyan, revihan“ yekmane ne, lê „revîn“ mîna „reviyan“ di demên bihurî de rast pê nayê; „reviyan û revihan“ dikarin cî biguhrin, ji ber ku ji aliyê mane yek in. „Revandin“ manekî cuda di naveroka xwe de dihewîne, lê ji eynî kokê ye. Ji aliyê formzanî jî, nêzîkê lêkerên din e.

[42]Ji bo agahdarî li ser lêkeran b. HAJO 1982, BEDIRXAN 1986, ZILAN 1989-1991(I-VI), KURDO 1981-1990 ûwd.

[43]Hin pêþkîtên rastîn ev in: „ve-, ra-, der-, da-, we-, hil-“ ûwd. binêre: HAJO 1982, r. 82.

[44]Mînak: „ez ..vedixwim, tu ..venaxwî, / derî veke, veneke / em radibin, hun rabûn, / ew .. hildidin, we .. hilda / ew derketin, rojname derket...“; „min kar kir, tu kar dikî / ew bar radike, hun bar li kerê dikin / dijmin serî zu jê dike / dersa Kurdî dest pê dike, em dest bi dersa xwe dikin / te lambê pê xist / Kurê Kuto li me dixe, em jî lê (bi)xin / em hîn dibin / hun fêr dibin“ ûwd.

[45]„ez im / tu yî / ew e/ em in / hun in / ew in / ker e / kur e...ûwd.

[46]ZILAN navê pasîv daniye „raweya negerokî“, 1990-V-

[47]Mînak: „Bohtan, çahv, bihn, gihîþtin, hanîn/hênan, hajotin, havêtin, kahnî, histêrk“ ûwd.

[48]„bajar/bajêr, nan/nên“ ûwd.

[49]„ez ketim / ketime / diketim / dikevim / bikevim /nakevim / biketama“ ûwd, „ez im / tu yî / ew e / em in...“

[50]BEDIRXAN, K. 1971 „nîþandek“ r. 33

[51]Mînak: „1994 an de“, „ez ji Amedê me“, 21 ê meha 4 an“, „ez Azadê Miho me“. Binêre: ZILAN 1990-V-.

[52]Minak:“ Berîvan, Zelal, Ehmedê Xanê, Bijî Serxwebûna Kurdistan, Bijî Tevgera Azadî“ / „Partiya Karkerên Kurdistan“ (ne Partiya Karkerên Kurdistanê ) , „Roja Welat“ (ne Roja Welêt), „Riya Azadî“ (ne Riya Azadiyê ), „Dengê Yekîtî“ (ne Dengê Yekîtiyê ), „Kûrê Ehmed“ (ne Kurê Ehmêd / Ehmedî ) ûwd.

0 yorum:

Heval

Kurdish Music