Gelek ji xiwendkar û ciwanên Kurd li dervey Kurdistan gileyên xwe tinin ziman û bi rengek negativ behsa peşveçuna welat diken. Xwe mezin dibinin û di bêjin Kurdistan heya niha ne gehiştiye astê jiyana me. Rewşa welat heta noke ne gehiştiye wi asti ke ez bikarim jiyana xwe derbaz bikim. Lê Ma gelo, yan ji ciwano,,, ma tu her ew Kurd ni ewê bi xêra dayik û bavê xwe yên kurd ra hatiye ser vê dinyayê? Ma genco her ew Kurdistan niye ya heval û hogirên te lê diminin? Ma çima tu xwe mezintir wê Kurdistanê di bini? Demê mirov vê pirsê diket… ew paşve dicin û di bêjin “ne, mebesta me ev niye, mebesta me ya destpêkê ev bu ke rasti min dem nine ji bu Kurdistan niha, ez xwendevanim, û bi karim û mijulê mala xwe û hale xwe me”… Mirov di fikiri u baş di kevit nava hizran û disan pirs diket û di bêjit erê heval, ma ne raste mirov mijule bi wi tişti yê mirov demi bu terxan biket? Erê ne raste heta mirov planeki ne danêt û kareki neket û xwe pê mijul neket mirov mijul nabit? Ere ma gencu ew ne raste? … genco di kevit hizran û xeyalan û şaş û req dimînît. Lê li bin zevi bersivek der dinît û di bêjît, heval ez di xwinim û kar dikim û mijuli mala xwe di bim ji bu xatirê welatê xwe û ji bu xatirê dayka şirîn Kurdistan… Vê care mirov şaş û req û teq diminit û di bêjit bele hevalê ciwan raste em tev ji bu Kurdistan dixwinin û têkoşin dikin lê ma ne giringe em hinek jî demê xwe terxan bikin ji bu Kurdistanê hindê mê hêz û şiyan heye?… Hevalê min û te yê xiweştivi di bêjit ma neha min xwendin bi dawi ne aniye, bila wê ji bikim da mifayek baş bidem gel û wilatê xwe… Ez neha bê bawername nikarim tiştek mêzin û cihê xwe da bikim. Li du van gutinan hevalê hêja baweriya me bi dirusti ina û em mayn çend salan heta hevalê me bu xwedan bawernameyek baş û biha giran bi dest xist.
Sal çun û çav disan bi hev gehiştin û disan me ji havalê xwe pirsi, ey tekoşerê xwedan bawername neha tu amedey hinek ji demê xwe terxan ki ji bu zarok û axa Kurdistan? Hevalê tekoşer bi biçuki bersiv didet û di bêjit pişti bawernamê ez dixwazim kar bikim û hindek dirav li bankê zêdekim da paşeroja xwe gerenti bikem bu roja ku ez dizivirim bu welat. Banka heval teji bu, paşeroja wi ji dilniya bu, û Kuridstan her li bendê bu.
Disan sal derbaz bon u em li du heval geriyan û me pêaga kir ke Kurdistan her li bendê ye. Hevalê me yê xwedan zanist û mal xwe parast û gut bi rasti ez neha bavim û hevjinim û xwedan mal û zarokim û herdem mijuli perwerde kirina zarokê xwe me û avakirina mala xwe me. Sal û zeman derbaz bun, heval bu xwedan bawername û mal, bank ji lê tiji bun, û zarok ji perwerde kirin, lê neha pîr bu û por ji spi bu û tendirusti roj bu roj xirab bu. Hêz ji nema û emir ji kurt bu lê Kurdistan her li bendê bu.
Ey hevalên xwedan soz û şiyan heta gengi di Kurdistan minit li benda we?
Heta Kengî…?
Heval
0 yorum:
Yorum Gönder