Hovîtiya li dijî gerîlayên PKKê (Foto)






Di mijdara 2008an de me nûçeyek bin sernivîsa Hovîtiya artêşa tirk li dijî gerîlayên PKKê (foto) di Avestakurd de weşandibû, lê ew nûçe hat jêkirin ji bo rêzgirtina hestên malbatên gerlayên kuştî.

Ji bo zelalkirina mebesta weşandina vê nûçeyê me nivîseke din” Hovîtiya artêşa tirk li dijî gerîlayên PKKê ( Şîrove)” weşandibû.

Îro dema min nûçeya ANFê ‘Em vê hovîtiyê tu caran ji bîr nakîn’ dixwend wêneyên ku min di bloga spanî de weşandine hatin bîramin, li gorî statîstikên bloga min bi hezaran kes nemaze ji Spanya û her wiha ji bakur û başûrê Amêrîka van wêneyan temaşe kirine, piraniya wan jî dighêjin blogê dema, di motorên lêgerînê de, li wêneyên trajîk digerin, ji ber ku min di nûçeya xwe de bi zimanê spanî nivîsandibû : Wêneyên trajîk yên ku ji hêla leşkerên Tirk hatine kişandin di çiyayên Qendîlê de.

Her wiha wêne ji aliyê bi hezaran kes li Europa û Kurdistanê hatibûn temaşekirin, ji ber ku nûçeya rojnamevanê Bask Karlos Zurutuza derbarê hevpeyvîna ligel Endamê Konseya Rêveber a KCKê Bozan Tekin navnîşana bloga min weşandibû ji bo temaşekirina van wêneyan, heman hevpeyvîn di gelek malper û ajansên nûçeyan û bi gelek zimanan hatibû weşandin, di wê hevpeyvînê de Bozan Tekîn behsa hovîtiya artêşa Tirk kiribû û ji Karlos xwestibû ku wêneyên gerîlayên ku bi awakî hovane hatibû kuştin belav bike.

Berî weşandina hevpeyvînê di rojnameya Gara de, Karlos ji min re got Zinar tu dikarî van wêneyan biweşînî ser bloga xwe, ji ber ku Gara van wêneyan naweşîne. Dema min wêne dîtin ez bi nav hev ketim, nemaze ku kategoriya wêneyan gelek mezin bû, lê di cih de min ji Karlos re got, ezê niha biweşînim, me nûçeyek çêkir û me wêne di bin de weşandin.

Ji ber baweriya me bi hêza ragahandinê wek alavek ji bo eşkerekirina binpêkirina mafên mirovan li Kurdistanê, îro em dîsa van wêneyan diweşînim.

0 yorum:

Heval

Kurdish Music