hozan kawa 2008 etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
hozan kawa 2008 etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

Hozan Kawa-Hayatı Biyogrofi


Hozan Kawa stranbêjekî kurd e.

Jiyan

Çiqas ku bizava Kurdan ya siyasî û rizgarîxwazîyê ber bi pêşve diçe, hunera Kurdan jî di gelek qadan da tê gûherandin. Ciwanên Kurd gelek modern difikirin û kar dikin ku nasnameya muzîk û hunera Kurdan bi gelên cîhanê jî bidin nasandin.

Hozan Kawa bi hêz û evîneke kûr ya ji bo stran û awazên Kurdî çend sale ku ji armanceke wiha pîroz re di liv û lebateke bêwestan da ye.

Kawa di gundekî herêma Serhedê li bakurê Kurdistanê hat dinê. Gundê Palas yê girêdayî bajarê Mûşê jî mîna gelek cihwarên din bi dengbêjên xwe naskiriye. Li serhedê dengbêjên mîna Evdalê Zeynikê, Şakiro, Reşo, Husêynê Muşê û gelek kesên din heya roja îro jî mîna xwîndingehekê tên hesibandin. Kawa di etmosfêrekî wiha da û li jêr bandora deng û hunera hunermendên Serhedê çavên xwe bi roniya cihanê vekirin.

Dayika wî( Gulêya Elif) rojekê jêre wiha gotibû: “ Lawê min ez şîretekê li te dikim ku piştî mirina min jî qet ji bîra neke: Ger tu dixwazî ez bi serbilindî te ji xwe re lawikekî hêja bihesibînim û ji te hez bikim, divê tu vî dengê xwe yê xweş bêxî xiz**** hunera Kurdî û mîna Reso, Şakiro û Evdalê Zeynikê bibî xwedî navekî bilind û bêmirin….“.

Kawa ji yazde(11) xwîşik û biran yê kurê herî dawiyê yê malbatê ye. Bavê wî jî li ser kar û xebata wî ya hunerî gelek geşbîn bû û jê dawa dikir ku bibe welatparêzekî baş.

Kawa xwîndina xwe ya olî di medreseyên Kurdî da da destpêkirin. Li rex vê xwîndina xwe ya dibistanê jî bi zimanê Tirkî didomand. Lê cîhana bîr û ramanên Kawa tenê di jiyana huner û muzîkê da dibihûrî. Ji ber wê jî xwîndina xwe di nîvco hişt û xwest ku bi yekcarî bi awayekî profesyonal karê muzîk û hunerê bike.

Li ser vê armancê ji 15 saliyê û pêda di nava xelkê da dest bi strînê kir. Sala 1987an li bajarê Muşê bi komeke muzîkê dest bi gotina stranên rojê kir. Herî zêde ew di bin bandora stranên gelêrî û koma Berxwedan da mabû. Di nava çalakiyê wê koma muzîkê da ew distirî.

Ji ber xwîndina stranên Kurdî û çalakiyên çandî Kawa sala 1993an bi qasî du salan ket girtîgeha bajrê Muşê. Hemû sûçê wî Kurdbûn û bi Kurdî strîn bû. Piştî derketina ji girtîgehê êdî rewşa siyasî li Kurdistanê û qedexebûna karên çandî-hunerî dest nedida ku ew li wira jiyana xwe berdewam bike. Ji ber wê jî tenê heftiyekê li malê ma û payîza sala 1995an neça ma ku rêya mişextiyê bigire ber xwe û hat Ewropa. Çîrka derketina ji Kurdistanê û gehiştina welatê Firansa bi serê xwe çîrokeke dûr û dirêje. Zehmetiyên jiyana li Firansa jî pir bûn, lê evîna ji bo bi destxistina armancên mezin jî pir germ û gur bû. Kawa şîretên bav û dayika xwe ya dilovan qet jî bîra nedikirin.

Li Firansa piştî heftiyek dest bi karê huner û xebata welatperweriyê kir. Di Newroza 1996an mîna şanoger û berpirsyarê lîstikvanên koma govend û muzîkê derket pêşberî gel û di vê qadê da pêngava yekê hilanî. Ji ber ku di şanoyê da rolê Kawayê Asinger dilîst, êdî ji wê rojê û pêda nasnavê hunerî yê „ Kawa “ jêre hat diyar kirin. Ji wê rojê û pêda heya sala 2000an ku bû endamê Koma Berxwedan, bênavber Hozan Kawa di hemû çalakiyên Kurdayetiyê da amade û niha jî di nava Kurdên Kurdistanê da navekî naskiriye.

Di nava Koma Berxwedan da da dest bi amadekirina albûma xwe ya yekemîn“ Ava Evînê “ kir. Berhemê wî yê yekê ku di yekê Îlûna sala 2001an da derketibû, bi germî ji aliyê guhdaran ve hat pêşwazîkirin. Piştî vê pêşwaziya germ Hozan Kawa 4ê Nîsana sala 2004an albûma xwe ya duyemîn“ Taya Dila“ jî derxist.

Kawa derheqa albûma xwe ya sêyemîn “ Ez û Tu“ da wiha dibêje :“ Ez li bendê nebûm ku gel yê wiha ji min xwedî derkeve û dengê min guhdar bike. Ji ber wê jî min xwest ku albûma min ya sêyemîn xwedî tam û çêjeke din be ku li gor hezkirina gel bibim bersiveke layîqî gelê xwe…“.

Bi mizgîniyek mezin vaye berhemê Kawa yê sêyemîn jî li ber destê weye. Ew bi hîvîye ku pêşniyar, rexne û dîtinên we hunerhezên stran û awazên Kurdî yên resen, di paşerojê da rêyeke hê berfirehtir li ber wî vebike.
Hozan Kawa di dawiyê da wiha dibêje:“ Hebûna me mîna xizmetkarên peyv û strana Kurdî bi hebûna gelê me ve girêdayî ye.“

Berhem

Albumên Hozan Kawa

1. Ava Evînê
2. Taya Dila
3. Ez û Tu
4.Şeng
tags:hozan kawa 2008,hozan kawa dinle,hozan kawa mp3,hozan kawa album,hozan kawa şarkı sözleri,hozan kawa klip,hozan kawa indir,bedava kürtçe dinle

Hozan Kawa 2008-AMED Şeng Album

Hozan Kawa 2008-Can KURDİSTAN Şeng Album

Hozan Kawa 2008-Ruken Şeng Album

Hozan Kawa 2008-Delal Şeng Album

hozan kawa 2008

Hozan Kawa-Delal 2008 Album

Hozan Kawa New Album

Hozan Kawa-Şeng 2008 Album


Kawa ‘Şeng’ ile geliyor
16 Agustos 2008

‘Şeng’ albümü ile Eylül ayının başında yeniden sevenleriyle buluşacak olan sanatçı Kawa, ‘Şeng’in tam olarak kendisini ifade ettiğini söyleyen sanatçı albüm için “Bu albüm Kawa’dır” diyor.

Kürt halk müziğinin sevilen sesi Kawa ‘Şeng’ adlı yeni albümü ile sevenlerinin karşısına çıkmaya hazırlanıyor. Özellikle gençliğin severek dinlediği Kawa, ‘Şeng’ adlı yeni albümü için çok iddialı. Bir buçuk yılı aşan bir çalışmanın sonunda yaklaşık 50 eser arasından titizlikle ve halkın beğenisine göre seçilen parçalardan oluşan ‘Şeng’ adlı albümde, oldukça iddialı şarkılar var. Dördüncü albümünü çıkarmaya hazırlanan sanatçı Kawa albümlerini Kürt halkı açısından anlamlı olan tarihlerde piyasaya sürmüş. İlk albümü olan ‘Ava Evine’ yi 2001 yılında çıkaran Kawa’nın bu albümü Dünya Barış Günü’nde Uluslararası Kürt Kültür Festivali’nde standlarda yerini almış. Kürdistan Demokratik Konfederalizm Önderi Abdullah Öcalan’ın doğum günü olan 4 Nisan’a denk getirilen ve 2004 yılında çıkarılan ‘Taya Dila’ adlı albümünü sanatçı Öcalan’a armağan etmiş. Sanatçı Kawa, 2006 yılında çıkardığı üçüncü albümü ‘Ez û Tu’yu yine Kürt halkının özgürlük mücadelesinde önemli bir yeri olan ‘18 Mayıs Şehitleri’ne ithafen çıkarmış.

Mir Müzik Prodüksiyon şirketi tarafından hazırlanan ve 6 Eylül Uluslararası Kürt Kültür Festivali’nde standlarda yerini alacak olan Kawa’nın ‘Şeng’ isimli albümünün aranjörlüğünü Hakan Açıkalın ve Memo Gül yapmış. Mir Müzik stüdyolarında hazırlanan albümün yönetmenliğini yine sanatçı Memo Gül yaparken müzisyen Metin Kalaç da stüdyo çalışmalarında yer almış. Kawa’ya yeni albümünde Koma Berxwedan sanatçılarından Şemdin, Seyitxan ve Xelil Xemgin yardımcı olmuşlar. Dengbêj Maruf, Serhado, Binevş, Zozan, Memo ve Eser Gül vokalist olarak sanatçıya eşlik etmişler. Albüm grafiklerini ise Bülent Kılıç hazırlamış.

‘Bu albüm benim’

Yeni çıkacak olan ‘Şeng’ albümünün tam olarak kendisini ifade ettiğini ve bu albüm için ‘benim’ yani ‘Bu albüm Kawa’dır’ diye iddialı konuşan sanatçı, “insanların bu albümü dinlerken ‘işte bu Kawa’dır, onun tarzı, müziği, iç dünyasıdır” diyebilecekleri bir ürünü ortaya çıkarmaya çalıştığını söylüyor. “Ben bir arayış içindeyim” diyen sanatçı Kawa, “ama bu arayışta farkına vardığım en önemli gerçeklik benim halkımın duygularının herşeyin, her türlü arayışın başında geldiğidir. O nedenle bu albümümde özellikle halk motiflerini, halk duygularını işlemeye çalıştık” diyor. “Herkes dönüp dolaşır sonunda kendi gerçekliğine oturur” diyen sanatçı, albümünde daha çok halkın kendisinden beklentilerini esas alarak, Kürt halkının acılarını, tarihini, sevdalarını, başkaldırılarını işlediğini belirtiyor. Albümündeki şarkılarda, her kesimden halkın kendisini bulacağı bir şarkının olduğunu söyleyen sanatçı Kawa, buna örnek olarak albümde yer alan Kürt analarına ithaf ettiği ‘Mordem’i gösteriyor. “Halkımızın bu direnişçi ve soylu duruşu ve mücadelesi karşısında benim bu saatten sonra onlara layık olmayan kalitesiz bir ürünü piyasaya sürme cesaretim yok” diyen Kawa, “Bütün Kürt sanatçıları da bunu esas almalı, ortaya çıkardıkları ürünlerde bu anlamda çok seçici, disiplinli ve kaliteye önem vermek zorundalar” diyor.

Güney Kürdistan’da klip çekecek

Ağustos ayı başında albümünün bütün hazırlıklarını bitirdikten sonra Güney Kürdistan’a giden sanatçı Kawa, yeni albümü ‘Şeng’in ilk parçası olan ‘Rasti’ye burada klip çekecek. Güney Kürdistan’da aynı zamanda bir dizi konser verecek olan Kawa, klibinin çekimi için Güney Kürdistan’ın Duhok, Maxmur ve Kandil bölgelerine de gitmeyi planlıyor. Albüm çekimi için Güney Kürdistanlı ünlü yönetmen Hüseyin Hassan ile çalışacak olan sanatçı, klibinin bu ay sonunda yayınlanacağını duyurdu.

İlk kez bu albümünde Kürtçe’nin Kurmancî lehçesinin yanı sıra, Dimilkî ve Soranî lehçesinde şarkılar okuyan Kawa’nın albümünde ‘Gewre’ adlı bir de İç Anadolu Kürtlerine ait şarkı yer alıyor.13 şarkıdan oluşan ‘Şeng’ albümünde yer alan şarkılar şunlar: ‘Rasti’, ‘Amed’, ‘Maralime’, ‘Can Kürdistan’, ‘Sebra me nema’, ‘Ez xêriyama’, ‘Rûken’, ‘Peri’, ‘Gewrê’, ‘Xozge’, ‘Delal’, ‘Mordem’, ‘Dilber’.

Heval

Kurdish Music