Zimanê Kurdî
Ji ber ku zimanê Kurdî zimanê miletekî ye ku hatiye bindesthistin, di îmkana pêsdexistina muesesetiya milî, ji ya lêkolîn û lêgerîn û pêsxistina ziman, kultur û hebûnên civakî û tarîxî hatiye bêparhiþtin, zimanê Kurdî jî têra xwe nehatiye lêkolîn û dewlemendiya wî nehatiye eþkerekirin. Muesese û dezgehên ku karibin vî zimanî pêþdexin bi taybetî li hundurê welêt firsenda avabûnê nedîtine, ji alî lêkolînê û lêgerînê ve zimannasên pispor yên bikêrhatî negihîstine, yek du ronakbîrên ku bi îmkan û hewldana xwe ya þexsî xwestine derkevin meydanê jî, hergav tûþî tehdîda dewleta serdest û zordar bûne.
Loma jî, lêkolînên li ser zimanê Kurdî, heke em rewþa îstisnaî ya Kurdistana Îraqê li ber oav negrin, bi îmkanên van oend ronakbîran mehdût kirîye ku ew jî ji xwe re li derveyî wel,t peyda kirine. Li Kurdistana Îraqê, ji ber wê serbestiya nisbî ya kulturî ku encama têkoþîna milî ya bêwestan û bênavber bûye û piþtrejî ji ber wê îmkana otonomiya mehdûtkirî ya berhema þerê salên 60'î, li vî peroê welatê me, welê lê hatiye ku hejmara ronakbîr û muesesên ku li ser zimanê me xebat kirine, ta dereceyekê zêdetir bûye. Li vî peroê welêt meriv dikare behsa hin xebatên hêja bike.
Ji bilî van tiþtê kuli ser zimanê Kurdî hatine nivîsîn, eserên hin rojhilatnas û zimannas, gerrok û mîsyonerên biyanî ne. Ji bilî vê divê em xebatên wan dewletên ku Kurdistan bindest kirine û yên hin der û dorên ku hin hesabên wan li ser Kurdistanê hene jî destnîþan bikin, ku ev xebatên wiha yên li ser zimanê Kurdî ne bi mexseda ilmî lê bi ya siyasî hatine kirin. Ewan ne ku xwestine rastiyên zanistî derxin holê, lê xwestine idîa û safsetên ku xizmeta mexsedên wan ên siyasî bikin li nav miletê bêne belavkirin. Dewleta Tirk ji ber ku heta roja îro hebûna miletê me înkar kiriye, û muhawele kiriye ku Kurdan wek peroeyekê ji qewmên Tirk ên Asya Navîn bide nîþandan. Li ser zimanê Kurdî jî idîa kiriye ku ev ziman, zimanê civakeke Tirknîjad(Tirkên oiyayî) e û di netîca asîmilasyonê de bûye zimanekî destkind (sun'î) ê ku ji oend hezar peyvên Erebî, Farisî û Tirkî pêkhatiye. Tirkan ji aliyekî ev gotine, ji aliyê din ve jî ji bo ku miletê kurd peroe bikin safsatak welê derxistine ku xwedêgiravî Zazakî ne lehceyeke Kurdî ye lê hem kesên ku bi zazakî hem j' yên ku bi Kurmancî diaxêvin, peroeyek ji miletê Tirk in.
Birêvebir û berpirsiyarên Tirk di van demên dawiyê de, piþtî ku hebûna miletê Kurd îdî nayê înkarkirin piþtgiriyekê dide hin kes û der û dorên ku bi idîa Kurdnebûna Zazayan radibin, idîayên wiha teþwîk dikin û di bin re alîkariya wan dikin.
Yên ku di roja îroyîn de îdîa Kurdnebûna Zazayan berpêþdikin hinek ji wan jî îdeologên nayonalîst ên Ermeniya ne. Evên ku xwe bi xeyala Ermenîstanek Mezin ve girtine, herêmên Bakur û Rojava yên Kurdistanê jî li ser vê Ermenîstana mezin dihesibînin. Lê ji ber ku dizanin nifûsa Ermenî li van herêman nîne, Zazayan bi taybetî ji Zazayên Dêrsimê yên Alewî ji alî reh û rêoikê ve dixwazin Ermenî nîþan bidin û bi ve mexsedê jî dixwazin Zazakî ji lehcên Kurdî dûr nîþan bidin û nêzî zimanê Ermenî bikin. Ev ji piþtgiriya wan der û dorên dikin ku Zazayan Kurd nabînin. Ya gelek balkêþ ew eku piþtgiriya kesên ku Tirk û Ermenî dikin her eynî kes in.
Birêvebirên Farisan û ideologên wan ên kirêgirtî jî her muhawele kirine ku îdîa serbixwenebûna zimanê Kurdî biserxin û bidin qebûlkirin ku Kurdî lehceyek zimanê Farisî ye. Ji bilî birêvebirên siyasî û kes û dezgehên wan ên xwedan mexsedên taybetî, hin zimannas, gerok
û misyonerên biyanî jî gelek caran ji ber mexsedên siyasî yên li gor berjewendiyên welatên xwe û hin caran jî ji ber oavdêrî û lêkolînên xwe yên gelek sathî bi þaþoûnekê nivîsîne ku Kurdî ne zimanekî
serbixwe ye, lehceyek e ji Farisiya kevin uyan jî ya nuh. Yên ku li ser zimanê Kurdî tehlîlên þaþ ên qestî kirine yan jî bi nezanîn þaþ oûne, hejmarên kesên wiha ji yek du kesan ne zêdetir in, lê ji alî lehceyên zimanê Kurdî de hejmara kesên ku bîr û baweriyên cuda cuda nivîsîne û peþkar kirine gelek zêde ye.
Li alî din divê em rastiyekê jî qebûl bikin ku heroî lêkolînên niyetoak û zanistî bi hejmara xwe gelek kêm bin jî ew bi xwe jî li ser zimanê Kurdî gihîþtine bîr û baweriyên newek hev. Ji alî van de jî nezelaliyek heye.
Tevî hemû dijwarî, nezelalî û kêmasiyên, lêkolînên ku li ser fonolojî, morfolojî û sîntakso zimanê Kurdî hatine kirin, nîþan dane ku zimanê Kurdî, zimanekî serbixwe yê xwedan tarîxeka taybetî ya pêþveoûnê ye û yê rastiya han di warê zimannasî de xwe daye qebûlkirin.
Li gorî vê, zimanê Kurdî zimanekî Hîndu-Awrûpî ye, dikeve nav þaxê zimanên Îranî û di vir de jî ji grûba Îraniya Bakurê Rojava tê hesabê. Her wekî tê zanîn, zimannasan di encama lêkolînên li ser
zimanên dinyayê de, li gor nêzikbûna an dûrbûna, zimanan li ser esasê reh û rêoik û yên gelek aliyên din ev ziman ji hev veqetandine, li gor hin zimanan, hîn zimanên din nêzî hev dîtine û ew di malbatek zimên de hesibandine. zimanên dinyayê dabeþ dibin ser van malbatên zimanan:
Malbata Zimanên Hîndû-Ewrûpî
Malbata Zimanên Samî: Erebî, Îbramî û Aqadî dikevin nav malbatê.
Malbata Zimanên Bantû: ji hin zimanên Afrîka Baþûr û ya navîn pêktê.
Malbata Zimanên Iînî: Ji zimanên Iînî û Tîbetî pêk tê.
Malbata Zimanên Ural-Altayî: Di vê malbatê de zimanên Fînî, Macarî, Estonî, Uygurî, Samuyetî, Tirkî, Moxolî û Manoûyî cihê xwe digrin.
Malbata zimanên Hîndû Ewrûpî ya ku Kurdî jî têde ye, bi navê Asya û Ewrûpa dibe du beþ.
Beþa Ewrûpa, bi navê zimanên Cermenî, yên Romanî û yên Slavî dibe sê þax.
Di þaxê zimanên Ermenî de Swêdî, norwecî, Danîmarkî û Îslandî hene ku ev zimanê Îskandînavî ne. Piþt re Flamanî, Almanî û Îngilîzî jî di vî þaxî de ne. Zimanên Romanî ji Portekîzî, Îspanyolî, Fransizî, Îtalî û Romanî pêk tê.
Di þaxê zimanên Slavî de jî, Rûsî, Ukraynî, Bulgarî, Sirbî û Lehî (Polonî) hene. Herweha, Yunanî, Arnawutî (Albanî) Lîtwanî, Keltî û Baskî ji dikevin beþê Ewrûpa yê Malbata Zimanên Hîndû-Ewrûpî. Di besê Asyayî yê malbata zimanên Hîndû-Îranî dabeþ dibe li ser esasê zimanên Hîndî û yên Îranî. †axê Hîndî, ji Sanskrîtî, Sindî, Urduyî, Hindiya Îroyîn, Biharayî, Bengalî, Marasî, Kûoûrayî, Pencabî û Senegalî pêk tê.
Di þaxê zimanên Îranî de jî Farisiya Kevin (ji wê jî Farisiya Navîn yan Pehlewî, ji Farisiya Navîn, ji Farisiya Nuh), Avestayî, Sogdî, Belûcî, Peþtûyî, Osetî û Kurdî hene. Zimanên Îranî ji alî avabûna rêzimanî dibin oar beþ: Kurdî di grûba Îraniya Bakurê Rojava û farisî di grûba Îraniya baþûrê rojav de ye. Zimanên dinyayê ji alî avabûna
xwe jî di bin sê beþ.
Zimanên Yekkîteyî: Zimanê Iînî û Tîbetî ji vê grûbê ne.
Zimanên dûvgir: zimanên Tirkî, Fînî û Macarî di vê grûbê de ne.
Zimanên tewangbar:
Zimanên Hîndû-Ewrûpî û yên Samî di vê grûbê de ne. Li gor vê dabeþkirinê, zimanê
Kurdî dikeve grûba zimanên tewangbar.
Belavbûna Zimanê Kurdî ya Coxrafî
Li ser herêma coxrafî ya ku Kurd li ser dijîn, Mîrê Bedlîsê, dîroknasê bi nav û deng ê Kurd Serefxan, di †erefnameya xwe de wiha dibêje:
"Hudûdên welatê Kurdan, ji peravê Derya Hurmuz (Delavê Basra M.E.B.) ya ku ji okyanûsê vediqete dest pê dike, li ser xeteke rast ji wê derê heta dûmahîka welayetên Meletiyê û Merasê dioe. Bi vî awayî aliyê bakurê vê xetê Fars, Iraqa Acem, Azerbaycan, Ermenîstana Pioûk û ya Mezin pêk tîne. Li baþûrê ve xetê jî Iraqa Erebî, Musil û Diyarbekir heye. Tevî vê jî gelek xelq û qebîlên ji nesla van însanan, ji rojhilat heta rojava li gelek welatan belav bûne." (1)
Roja îro, Kurdî li Asiya Pioûk, erdê navbera Anadoliyê, Kafkasyayê, Faris û Ereban tê axaftin.
Li rojava Tirkî, li bakur Ermenî, li bakurêrojhilat Azerî, li rojhilat Farisî û li baþûr Erebî dibe cîranê vî zimanî. AxaKurdistanê îro hatiye peroekirin û ketiye nav hidûdên Îranê, Iraqê, sûriyê û Tirkiyê.
Li gorî vê, rojava û baþ"rê rojavayê Îranê, seranserî bakur û rojhilatê bakurê Iraqê, bakurê Sûriyê û rojhilat û baþûrê rojhilatê Tirkiyê welatê eslîn ê zimanê Kurdî ye. Civakên Kurdîaxêv her wiha li Ermenîstanê, Turkmenîstanê, Pakîstanê (Belûcîstana Pakîstanê) Afganîstanê, Hîndistanê û Lubnanê hene. Li paytext û bajarên wekî Horasanê, Tahranê, Bexdadê, †amê, Ankarê, Îstenbolê, Konyayê û Îzmîrê ji nifûseka kesif a Kurdîaxêv heye. Tarîxa bicîhbûna Kurdan a li van welat û bajaran ji alî hin Kudan ve gelek kevn e, dioe bi sedsalan berî niha û ji alî hin Kurdan ve jî dikeve nav sedsala me ya nuha, bi taybetî jî van deh salên dawiyê. Ku di van salan de yan hatine sirgûnkirin,
yan jî ji ber zilm û zorê jî mecbûrî barkirine. Bi vê mahnê, li welatên Ewrûpa. li Amerîkayê, li Awustiralyayê jî li ser hev nîv milyon Kurd hene.
Heke em bixwazin hidûdê welatê eslîn ê zimanê Kurdî destnîþan bikin, em divên tabloya jêrîn diyar bikin:
Li bakur, li Ermenîstanê ji Lenînekanê destpêdike ber bi rojava de bajerên Qersê, Erzurumê, Erzincanê, rexê rojhilatê bajarê Siwasê û qeza Sarizê ya Qeyseriyê digre nav xwe. Piþt re dikêþe û Merasê, Qiriqxana Hatayê jî digre di wir re ji hudûdê Sûriyê û Turkiyê dibuhure dioe herêma Afrînê (Iiyayê Kurmênc) ya li Bakurê Helebê. Afrînê digre navxwe û ber bi rojhilat dioe; Kebaniyê (Ayn Ereb), Serê Kaniyê (Rasul Ayn), Dirbêsiyê, Amûdê û Qamiþliyê digire. Piþtî ku hemû herêma Cizîrê ya li Sûriyê girt ber xwe ber bi basûr de rex bi rexê Dîcle
dadikeve Musilê, oiyayên Sincêr, qunatrên baþûr ên rêzeoiyayên Hemrîn digre nav xwe, li hundurê Iraqê li baþûr ta digihîje herêma Tikrîtê. Li wir Mendeliyê, û oiyayê Piþtkêw digre, dikeve hidûdê Îranê, li wir digihîje baþûrê Loristanê ku ji Piþtkêw, Pêþkêw, Balagrêwe, Bextiyar, Kahgehî û Momesanî pêk tê.
Ji bakur ber bi rojhilat de, gava ber bi bas»r dadikeve, hidûdên zimanê Kurdî, peravê rojhilat ê oemê Erez, li Îranê Makû û Xoyê û peravên rojava û baþûrê Gola Urmiyê, oiyayê Sehend ê ku dikeve bakurê Merexe digre nav xwe. Ji wê derê bi zikzakî dioe û Ahmedawa, Mesîrabad, Bicar (bajarê Kurdî yê paþîn yê li rojhilata bakur) digre ber xwe, ji gund û qesebên Esedawayê derbas dibe ku ev bajar dikeve rojavayê Hemedanê, piþt re dirêj dibe heta Karêzê, Alî Iadderê û †ar Kurdê ku ev bajar li rojavayê Îsfahanê ye. Ji wir ber bi baþûr de dadikeve û digihîje bajarên Kûzeyrûn û Hesarê (2)
Lehceyên Kurdî
Zimanê Kurdî yê ku li ser axeka fireh tê axaftin, ji gelek lehoeyan pêk tê. Tiþtên ku li ser lehoeyên kurdî hatine nivîsîn û axaftin gelek ji hev cuda ne. Di vî warî de meriv rastî tesbîtên ji hev gelek cihê û agahdariyên zêde têkilhev tê. Ji ber ku gelek caran navên lehce, herêm, eþîr, dîn û mezheban tên têkilhevkirin, di ber oavkaniyekê de, ji bo lehcan meriv dikare rastî navekî cihê bê. Ev yek ne bes ji alî eserên lêkolîneran, lê ji alî Kurdan bixwe jî wiha ye. Lehce, gelek caran ji alî Kurdîaxêvên vê lehceyê û ji alî cîranên wan bi navê wê herêmê, eþîrê, mîrîtîyê yan wî dînî û mezhebî hatine binavkirin. Di netîca vê yekê de, ji bo lehceyekê oend navên ji hev cihê derketine meydanê. Her wekî navê lehca Kurdiya bakur, li Kurdistana Îranê Sikakî, li Kurdistana Îraqê Bahdînî, li Kurdistana Tirkiyê, li nik Kurdîaxêvên vê lehceyê Kurmancî û li nik Dimiliyan (Zazayan) Kirdasî yan jî Here-were ye.
Navê Kurdiya navendî, li Kurdistana Îranê Mukrî, li nav peroên bindestê Tirkiyê û Sûriyê û li nav Bahdînan, Soranî ye. Lehceya ku li hin herêman bi navê Zazakî tê nasîn, li nav Kurdîaxêvên vê lehceyê li hin herêman jî Dimilkî, Kirdkî, Kirmanckî yan jî Se-bê tê binavkirin. Di oavkaniyan de, em rastî wê yekê tên ku ji Hewremanî re, Goranî, Kakeyî, Hewramî, Maoo, yan Kurdî tê gotin. Di nav lehceyên Kurdî de kêþmekêþiya herî diyar di warê Goranî, Lurrî û Zazakî de ye. Hin kes hene ku van hersiyan wek lehceyekê dihesibînin û dibêjin ku ev þêweyên lehceyeka zimanê Kurdî ne. Hinekan jî ew wek zimanên cuda yên serbixwe qebûlkirine. Kesin hene ku hersiyan; wek lehceyên cuda yên zimanê Kurdî dihesibînin û hin jê jî ya duduyan (Lurrî) li dervayî zimanê Kurdî dibînin.
Lurriya ku bi navê Lurriya Pioûk û Lurriya Mezin dabeþ dibe, hin kes jî hene ku Lurriya Mezin lehceyeka Kurdî qebûl nakin (di nav van de hin kes, wê wek lehceyeka zimanê Farisî dibînin, hin jî wê wek zimanekî bi serê xwe nîþan didin) lê Lurriya Pioûk wek lehceyeka zimanê Kurdî qebûl dikin.
Meriv nikare bêje ku li ser lehceyan têra xwe lêkolîn û lêgerîn hatine kirin û netîcên zelal ji alî van ve bi her awayî hatine bidestxistin. Em ê li vê derê li gor oavkanî û wesîqeyên bin destê xwe cih bidin hin dîtinan û þemayekê diyarbikin ku li gorî me ya herî nêztir a rastiyê ye.
Di warê lehceyên Kurdî de kevintirîn oavkanî, †erefnameya †eref Xan e. Seref Xan di vê esera xwe de wiha dinivîse.
"Eþîr û civakên Kurdan, ji alî ziman, adet û rewþa civakî ve bi ser oar beþan de dabeþ dibe:
Beþê yekê, Kurmanc
Beþê duduyan, Lor (Lurr M.C.)
Beþê sisiyan, Kelhur
Beþê oaran, Goran." (3)
Heger, em vê tesbîta †eref Xan nehesibînin, lêkolînên li ser lehceyên Kurdî heta nîvê pêþîn ê vê sedsala me, di esasî de ji alî biyaniyan ve hatine kirin. Di vê meselê de takeîstisna, ew broþura Mela Mehmûdê Bayezîdî ye ku di 1858`an de ji bo Aleksander Jaba; konsolosê Rûsya Qeyserî yê Erzurûmê amade kiribû û ji ferhenga Sêwa
Hekarî û ya Rewendî ya hevberkirî pêk hatibû. Mela Mehmûdê Bayezîdî, di destpêka vê broþurê de, berî ku ji alî rêzimanî ve li ser hin xalan raweste, dide diyarkirin ku zimanê Kurdî jî ji ber ferqîtiyên herêmî û eþîrî xwediyê lehceyên cuda ye. "mesela" dibêje, "Kurmanciya ahaliyê Wanê, Mûþê, Bayezîdê û Qersê û Kurmancên bi ser Rûsya û Îranê ve û zimanê ahaliyê Botan, Hekariyan, Hemedanê, Simtî(?)yê, Diyarbekirê, Mûsilê, heta bigihê hudûdê Bexdayê (ku ji herêmên Silêmanî û †arezorê û ji taîfên Zerza, Mukrî, Bebe û Bilbasan pêk tê) ji hev cuda ne" (4) Mela Mehmûdê Bayezîdî di vê xebata xwe de, Kurdî bi navê Kurmancî bi nav dike, wek lehce jî behsa navê Botan, Hekarî û Rewendî dike û di ferhenga xwe ya hevberkirî de jî þêweyên Hekarî û Rewendî hevberî hev dike.
G. Givrinlîyê ku di salên 1836- 1837`an de oend meqale li ser ziman û etnografya Kurdan belav kirin, zimanê
Kurdî, bi navê Kurdiya jorîn û ya jêrîn dike du beþ. Li gor Givrimlî Kurdiya jorîn ji Mukrî, Hekarî, †ikakî û
Bayezîdî, Kurdiya jêrîn jî ji Lurrî, Gelhurrî, Lekî û Goranî pêk tê. (5) Peter Lench jî di xebata xwe ya bi navê
"Forschungen über die Kurden und die Iranischen Nardchöldaer", (Petersburg, 1857-1858) de zimanê
Kurdî bi ser lehceyên Zazakî, Kurmancî, Kelhurî, Gûranî û Lurî dabeþ dike. (6)
Yek ji wan lêkolînerên zimanê Kurdî; Oskar Mann, Kurdî bi navê Kurdiya Rojava, ya Rojhilat û ya Baþûr
dike sê beþ. Oskar Mann ê ku Zazakî bi ser Goranî ve dihesibîne, Goranî jî derdixe dervayî zimanê Kurdî. (7)
Hin zimannasên biyanî yên ku piþtî Oskar Mann hatine, ji dêlva ku lêkolînên nuh ên berfireh li ser
lehceyên zimanê Kurdî bikin, bîzzat xwe sipartine xebatên Oskar Mannî û bîrûbaweriyên wî ducar kirine.
Karl Hadank yek ji van kesan e. Wî xebata Oskar Mannî ya ku di sala 1907'an de bi navê Kurdish Persich
Forschungen Mundarten Gûran besonders, Kandulai, Auramani und Badschalani, li ser Goranî kiriye,
aniye careka din di ber oavan re derbas kiriye, hin þirovekirin û têbînî lê zêde kirine û ji nuh ve oap kiriye. (8)
Dr. Mac Kanzie yê ku Goranî wek zimanekî serbixwe qebûl dike, di meqaleya xwe ya bi navê "Reh û Rêoika
Zimanê Kurdî" de ku sala 1961'ê di rapora salane ya Komela Zimanî de hat belavkirin, Kurdî bi xwe jî yek ji
lehceyên Farisiya Navîn dihesibîne û di xebata xwe ya bi navê "The Dialect of Auraman (Hawramani-Luhan)
de Hewramanî, Kurdî nehesibandiye, wek lehceyeka Farisîya Kevn hesibandiye. (9) Dr. Mac Kenzie, zimanê
Kurdî jî kiriye du beþ û navê Kurmanciya Jorîn û ya Jêrîn li wan kiriye. Kurdiya ku li deverên Silêmaniyê,
Hewlêrê, Rewanduzê û li Xoþnawê tê axaftin wek Kurmanciya Jêrîn qebûl kiriye û devoka Silêmanî bingeha
van hesibandiye. Devokên Aqre û Suroîyê jî wek bingeha Kurdiya deverên Aqre, Suroî, Amêdiye, Berwar,
Bala, Gullî, Zaxo û †êxanê qebûl kiriye. (10)
E. B. Soane, di esera xwe ya bi navê "Grammar of Kurmanji or Kurdish Language" (London, Luzak and
Company, 1913) de zimanê Kurdî, beþî bi ser sê lehceyan kiriye û ji her du lehceyên pêþîn re gotiye
lehceyên bingehîn. Dabeþkirina Soaneyî wiha ye:
a) Kurmanciya Jorîn
b) Kurmanciya Jêrîn
c) Lurrî, Zazakî û tevî ku nêzîkî hev in jî Hewramî û Goranî. (11)
Sosyologê Tirk, Ziya Gökalpê Diyarbekirî di wê esera xwe de ya ku navê wê "Kürt Aþiretleri Hakkinda
Sosyolojik Tetkikler" (Lêkolînên sosyolojîk derheqê eþîrên Kurdan de) e û di 1922'an de li ser daxwaza
hukûmeta Tirk ji bo ku di proja îskankirina eþîran da bê bikaranîn, hatibû amadekirin û piþtre jî di 1975`an
de ji alî Komal Yayinevi, di 1992'yan de jî ji alî Sosyal Yayinlari li Tirkiyê hatibû oapkirin, Kurdan bi navê
kurmanc, Zaza, Soran, Gûran (Goran) û Lur dike pênc qewm, tevî ku dibêje ku hê tehqîq nekiriye jî lê zimanên
Gûranî û Zazakî nêzîkî hev in. Di tehqîqa cara pêþîn a rapora xwe de Ziya Gökalp dibêje zimanê Bextiyarî
dikare iltîhaqî Soranî û zimanê Kalhûrî jî iltîhaqî Gûranî bêkirin. Lê di tehqîqa cara dawîn de vê yekê tashîh
dike û dinivîse ku "bi þahidiya †erefnamê tê famkirin ku zimanê Bextiyarî dioe ser Lurrî û zimanê Kalhurî jî
dioe ser Soranî".(12) Ziya Gökalp di tehqîqa xwe ya cara pêþîn de dinivîse ku "Heke em zimanên Gûranî,
Bextiyarî û Kelhurî veder kin (veqetînin) di destê me de oar zimanên serbixweyiya wan diyar, dimîne:
Kurmancî, Zazakî, Soranî û Lurî" (13) Lê di lêkolîna xwe ya rastkirî ya cara pêþîn de digihê wê encamê ku
"Iawa ku Gûranî, Zazakî û Dunbulî navê cihê yê zimanekî ne, Kelhurî, Babanî û Soranî jî navên cuda yên
zimanekî ne. Bextiyarî û Lurî jî her navên zimanekî destnîþan dikin. Sedemê pirhejmariya navan ew e ku navên
muayen ên qewmên Kurdan nînin. Loma jî tê famkirin ku Kurd ne qewmek, lê oar qewm in û Kurdî jî dabeþî bi
ser oar zimanên wiha dibe ku mensûbên van zimanan qet ji hev tê nagihên. Ev oar ziman ev in: Zimanê Kurmancî,
Zimanê Zazakî (Gûranî, Dunbulî), Zimanê Soranî (Bahdînî, Kalhurî), Zimanê Lurî (Bextiyarî, Feylî)" (14)
Ziya Gökalp di wê xebata xwe ya binavkirî de wiha dinivîse: "Xwediyên van heroar zimanan ji zimanên hev tê
nagihên. Ji alî serf, nahw û luxet ve ferqeka mezin di navbera wan de heye. Ferqên navberê jî ne ferqên lehceyî,
lê yên zimanî ne. her zimanek ji van her oaran ji alî zimannasî ve zimanê serbixwe ye. Her yek jî ji gelek lehceyan pêk tê.
Tevî vê jî ev her oar ziman bi tevayî ne dûrî hev in jî. Hemî þaxên Kurdîyeka kevin in ku meriv dikare bi navê
"Kurdiya Qedîm" bi nav bike. Têkiliyên navbera zimanên Neo-Latînî û Latînî oi bin, yên navbera Kurdiya Qedîm û
van Kurdiyan jî ew in." 815)
Ziya Gökalpê ku lêkolînên wî li ser eþîrên Kurda ne li ser "lehceyên" Kurmancî jî radiweste: "Hê bi tetqîqeke ilmî
nehatiye derxistin ku zimanê Kurmancî dabeþî bi ser oend lehceyan dibe. Lê gava Ahmedê Xanî di kitêba xwe ya
bi navê Mem û Zîn de behsa lehceyên ku bi kar tîne dike, di beyta jêrîn de navê sê lehceyan dijmêre.
"Bohtî û Mehmedî û Silîvî
Hin lal û hinik ji zêr û zîvî" (16)
Li gorî vê, Ziya Gökalp jî Kurmancî bi navê Bohtî, Mehmedî û Silîvî dike sê beþ û eþîr û herêmên ku bi van "lehceyan"
diaxivin dihejmêre.
;Zanayê Kurd Tewfîq Wehbî, di mesela lehceyên Kurdî de wekî Soane difikire (17).
Nivîskarê binavûdeng Alaeddîn Seccadî, di esera xwe ya bi navê Destûr û Ferhengî Zimanî Kurdî, Erebî û Farisî de,
dibêje ku "di zimanê Kurdî de du lehce hene" û wiha didomîne: "Lehca 'Botan' a ku îro jê re 'Bahdînî' tê gotin. Kurdên
Tirkiyê û Suriyê û yên qezayên Mûsilê bi vê lehceyê diaxivin. Ya duduyan jî lehceya 'Mukrî' ya ku îro jê re 'Soranî' tê
gotin. Kurdên din, yanî Kurdên bakurê rojhilat û rojhilatê Iraqê û yên Ardelan û Mukriyan bi vê lehceyê diaxivin" (18)
Dr. Kemal Fuad “ ku li ser edeb û zimanê Kurdî xebatên wî yên hêja hene, zimanê Kurdî dabeþî lehce û þêweyên jêrîn dike:
Kurdiya Rojava (ku hin ji vê re dibêjin Kurmanciya jorîn -bakur-)
a- Afrînî,
b- Cizîrî û Botanî
c- Sincarî
o- Badînî
d- Hekarî
e- †ikakî
Kurdiya Rojhilat (ku hin ji vê re dibêjin Kurmanciya Xwarê -baþûr-, hin jî dibêjin Kurdiya Navendî)
a-Soranî
b-Silêmanî
c-Mukrî
o-Sineyî
Kurdiya Baþûr
a-Xaneqînî
b-Feylî
c-Kirmanþanî
o-Lekî
d-Kulgayeyî
e-Kelhorî
ê-Perewendî
Kurdiya Goranî-Zazakî
a-Hewramanî
b-Kenûleyî
c-Gehwareyî
o-Bacelanî
d-Zengeneyî
Dr. Kemal Fûad bi rexnegirî dibêje ku wê lehceya ku ez jê re Lehceya Baþûr dibêjim hin kes wê bi navê Lurrî
bi nav dikin. Ew tenê wan lehceyên ku li Loristana Mezin tên axaftin wek lehceyên Lurr qebûl dike û wan wek
lehceyên Kurdî qebûl nake. Dr. Kemal Fûad rexne li wê yekê digire ku oima ji hin lehceyên ku di hin oavkaniyan
de wek Lurrê Pioûk derbas dibin ji wan re Lurrî tê gotin. Ew wan di nav lehceyên Kurdiya Baþûr de dihesibîne (19).
Fûad Heme Xurþîd, di xebata xwe ya bi navê Zimanî Kurdî, Dabeþbûnî Cografyayîy Diyalêktekanîy de lehceyên
Kurdî bi vî awayî dabeþ dike:
Kurmanciya Bakurî
a-Bayezîdî
b-Hekarî
c-Botanî
o-†emdînanî
d-Behdînanî
e-Diyalekta Rojava
Kurmanciya Navîn
a-Mukrî
b-Soranî
c-Erdelanî
o-Silêmanî
d-Germiyanî
Kurmanciya Baþûrî
a-Lurrê Eslîn
b-Bextiyarî
c-Mamesanî
o-Gohgilo
d-Lek
e-Kelhurr
Goranî
a-Goraniya Eslîn
b-Hewramanî
c-Bacelanî
o-Zazakî (20)
Fûad Heme Xurþîdî, hem Lurriya Mezin hem jî ya Pioûk Kurdî qebûl kirine û ew di nav Kurmanciya
Baþûrî de hejmartiye. Mehemed Emîn Hewramanîyê ku li ser ziman û lehceyên Kurdî û bi
taybetî jî li ser Hewramanî xebatên hêja kirine, di esera xwe ya bi navê Zarî Zimanî Kurdî Le
Terazûy Berawird da, lehceyên Kurdî li gorî awayê jêrîn ji hev veder dike.
Kirmanciya Jorîn (bi þaþîtî jî belav bûbe yan jî Bahdînî)
Kirmanciya Navîn (bi þaþîtî jî belav bûbe, yan jî Soranî)
Kirmanciya Xwarê (bi þaþîtî jî belav bûbe, yan jî Goranî)
Piþtre Goranî jî dabeþî þêweyên jêrîn dike:
a-Hewramanî
b-Lurrî
c-Bacelanî
o-Zazakî
Mehemed Emîn Hewramanî her wiha destnîþan dike ku Bacelanî jî Zengeneyî û †ebekî digire nava xwe.(21)
Nivîskar û zimannasê Kurd Malmîsanijê ku li ser zimanê Kurdî û bi taybetî li ser Zazakî xebatên wî yên
hêja hene, Kurdî dabeþî bi ser pênc lehceyên esasî dike û bi vî awayî dihejmêre:
1-Kurdiya bakur yan jî lehceya Kurmancî
2-Lehca Kurmanci ya ku li Kurdistana Navîn tê axaftin. Ji vê lehceyê re carina Kurdiya Baþûrî
(Kurmancîy Xwarû) yan jî bi þaþîtî "Soranî" jî tê gotin.
3-Lerhceya ku bi navên Kirdkî, Kirmanckî (Kirmancî), Zazakî yan jî Dimilî (Dimilkî) tê zanîn.
(Malmîsanij li vê derê wek du þêweyên esasîn ê lehceya Zazakî, þêweya Dêrsimê û ya
Iewlig-Diyarbekir-Sêwregê dihejmêre).
4-Lehceya Goranî: ku Hewramî jî tê binavkirin nêzîkî lehceya Kirdkî (Zazakî, Dimilkî)
ye li Kurdistana Iraqê û ya Îranê ji alî hin Kurdan ve tê axaftin.
5-Grûba Lehceyên Kurdî yên din ên ku li Kurdistana Baþûrî tên axaftin: gellek
þaxên vê grûbê yên bi navên Kermanþahî, Lekkî, Lurrî, Sencabî û Kelhurî hene
ku ev ji alî qismek Kurdên nav hidûdên Îranê û Îraqê tên axaftin.(22)
Mehemed Emîn Hewramanî di wê kitêba xwe de ku navê wê Zarî Zimanî Kurdî
Le Terazûyî Berawird da ye, dibêje ku Oskar Mann di wê kitêba xwe de ya ku
piþtre ji alî Karl Hadankî ve careka din hat oapkirin, dinivîse ku lehceyên Goranî li
gor awayê jêrîn tê dabeþkirin:
"Hewramanî (Auramanî)
Kenduleyî (Kändulei)
Bacelanî (Bacälani)
Bêwenijî (Biwäniji)
Gehwerayî (Gähwarai)
Rejawî (Rijabi)
Seyyidi (Säyyidi)
Zerdeyî (Zärdai)
Mehemed Emin Hewramanî dinivîse ku Mînorskî her van lehceyên Goranî tekrar dike lê ji dêvla Bêwenîjî,
Gehwerayî û Rejawî Gelhurî, Lekî, Feylî, û Kakeyî tîne û piþtre M. E. Hewramanî dibêje ku "di esasî de ev
bi awayekî têkilhevkirina eþîr, dîn û zimanan e". (23)
Mehemed Emîn Hewramaniyê ku bi eslê xwe jî Hewramanî ye, dibêje ku Emîn Zekî Beg di Xulasetu
Tarîxul Kurd we Kurdistan de lehceya Hewramanî zimanekî Tacikî dihesibîne lê tu delîlê ji vê dîtina
xwe re nayne, qasî ku tê famkirin bes bîr û baweriya Mînorskî tekrar dike. (24)
Mamosteyê Unîversîta Silêmaniyê Dr. Îzzedîn Mustefa Resûl, di esera xwe ya bi navê Zimanî Yekgirtûyî
Edebîy Kurdî de, Hewramanî ji lehceyên Kurdî dihesibîne.
Mehemed Merdûxî, di mesela lehceyên Kurdî de wekî †eref Xanî difikire û bi navê Kirmanc, Goran,
Lurr û Gelhurr wan dike oar beþ.
Tewfîq Wehbî û Edmonds, di Ferhenga xwe ya bi navê A Kurdish Dictionary, (Tewfîq Wehbye Edmonds
Oxford at the Clarendon press, 1966) gotinên lehceya Hewramanî, tevî gotinên Kurdî kirine.
Her weha Tewfîq Wehbî di maqaleka xwe de ku bersîva meqala Dr. Mac Kenzie ya 1961'an bû, diyarkiriye
ku Kurdiya Hewramanî, ji lehceyên kevn ên Kurdî ye.
Prof. Qanatê Kurdo, di maqala xwe ya bi navê Haletekanî Cîns û Bînayî Berkar Le Zaza da, bi awayekî
hevberkirî daye nîþandan ku lehceyên Zazakî û Kurmanciya Jorîn ji zimanekî ne.
Kürt Dili,Zımane Kurdi
Gönderen Kurdish zaman: 05:14 Etiketler: kürt dili, zımane kurdi
Heval
0 yorum:
Yorum Gönder